‘Em ê li hember politikayên tinekirinê serî netewînin’

16:12

JINHA

WAN - Rêveberên HDP û DBP, serdegirtina avahiyan û binçavkirina hevserokên partiyên xwe bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Endam û rêveberên HDP û DBP'ê, bi armanca serdegirtina avahiyen xwe û binçavkirina hevserokên partiyê şermezar bikin li Kolana Hunerê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberan di daxuyaniyê de panqarta "Li dijî derbeyên siyasî, tekoşîna xwe bilind bikin" vekir û silogana "Zext me bêzar nakin" berz kirin. Di çalakiyê de Parlementerê HDP Adem Geverî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya, rêveberên HDP û DBP'ê, Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Cîgirê Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun diyar ku piştî hewldana derbeye ya 15 Tirmehê li şûna dijberî cemaatê dijberî Gelê Kurd êrîş û zext zêde bûne.

Ahmet anî ziman ku AKP li dijî kurdan dest bi xirekirin û qetilkirinê kiriye û got: "Rejîma Erdogan li dijî gelê kurd şerê tevahî daye destpêkirin. Ji ber ku gelê kurd diber xwe dide rastî êrîşên dijwar ên Erdogan û hikûmeta wî tên. Çawa di salên 1990'an de me li dijî êrîşên înkar û îmhayê yên Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar serî netewand em niha jî serî natewînin û em dê heta dawî di ber xwe bidin.”

Daxuyanî dirûşmeya "Zext nikare me bêzarbike" dawîbû.

(ng-htk/zt)