HDP di 4 saliya xwe de pêşerojê nîqaş dike

11:28

JINHA

ENQERE – Di 4 saliya avabûna HDP’ê de hemû rêveberên wê civiyan 4 sal xebatên xwe û pêşerojê dinirxînin. Di civîna ku dê du rojan berdewam bike de gelek jin bejdarbûn.

Di 4 saliya avabûna Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê de hemû rêveberên wê li Enqerê civiyan. Di civîna ku hevserokên HDP’ê, parlementer, endamên MYK û PM yan li gel rêveberên navend û navçeyan amadebûn de navên giring ên partiyên çepên tirkan jî cîh girtin. Civînê bi berpirsiyariya Cîgirê hevserok Nadir Yildirim ê ku ji rêxistinbûna HDP’ê berpirse despêkir. Têpayîn ku nîqaş di çarçova sernava “pirsgirêk, çareserî û firsendan” de bê nirxandin.

Di civîna ku bi ketina Hevserokên Gişti yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş a salonê re dê ji çapemeniyê re girtî despêbike de dê mijarên weke tindiya ser HDP’ê, girtin û binçavkirin, agahiyên siyasiyên li Tirkiyê diqewimin û mijarên herêmî derxînin ser masê. Hat zanîn ku dê li gorî faliyetên 4 salan bernameya ji bo pêşerojê jî bê zelalkirin.

Dê civîna ku gelek jin beşdarbûyî sibê bi axaftina Hevseroka Giştiya HDP’ê Figen Yuksekdag despêbike. Têpayîn ku bernameyek a xebatan a bi hêz bê derxistin.

(zt)