Êrîşa zayendî ya li dijî jinên girtî birin meclisê

15:05

JINHA

ANKARA – Parlamentera HDP’ê Burcu Çelîk Ozkan êrîşa zayendî ya li dijî jinên di girtîgeha Sîlîvriyê ya hejmar 9 de bir mecilisê.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Buru Çelîk Ozkan, êrîşa zayendî ya li dijî jinên girtî ku li girtîgeha Sîlîvriyê ya hejmar 9 hat kirin bir mecilisê. Burcu ya ku der barê êrîşê de pêşniyarname da meclisê û ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ev pirs pirsîn:
“* Der barê binpekirna mafan a li girtîgeha Sîlîvr ya hejma 9 de ku li jor bahsa wê tê kirn de tu gilî li îdare ya girtîgehê hatiye kirin?

* Derbarê mijarê de tu serlêdan li wezareta we hatiye?

*Îdareya girtîgeha Sîlîvriyê ya Hejmar 9 der barê mijarê de tu lêpirsîn daye destpêkirin?

* Ji aliyê wezareta we ve der barê girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?

* Tu xebatên we yên der barê zextên li ser girtiyan ji aliyê personelê girtîgehê ve li ser girtiya tên kirin hene? "

(sy)