Feleknas: Siyasetê digirin pêşiya şîdetê vedikin

09:10

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ucayê diyar kir ku li dijî gelê Kurd êrîşek etnîkî hatiye destpêkirin û got: "Dewlet ji bo pêşî li rêxistina gel bigire di bin navê OHAL'ê de dest dide ser îradeya gel. Pêşiya siyasetê digirin û rê li ber şîdetê vedikin. Divê li dijî vê bêdeng nemînin."

Di mehên dawî de di çarçoveya operasyonên qirkirinên siyasî de 2 hezar û 500 kes hatin girtin û di nav 2 rojan de jî 137 kes hatin binçavkirin. Parlamentera HDP'ê ya AMedê Feleknas Ucayê têkildarî geşedanên dawî de nirxandin kir û da zanîn ku armanca sereke ya hikûmeta AKP'ê eve ku dest bide ser îradeya gelê Kurd û qada jiyanê ji holê rabike.

'Gelê Kurd wê li dijî AKP'ê serî netewîne'

Feleknasê bi lêv kir ku bi salan eli dijî gelê Kurd êrîş heye û got bi taybet di sala dawî de hikûmeta AKP'ê bajarên Kurdistanê hilweşandin, şewitandin û komkujî pêk anîn, siyasetmedar girtine. Feleknasê wiha berdewam kir: "Armanca hikûmetê eve ku pergala 'yek kes û serokatiye' bike jiyanê. Ji bo kul i welat tenê siyaseta AKP'ê û serokkomar bê meşandin hewl dide. siyaseta ku Kurd dimeşînin jî hewl didin tine bikin, Tirkiyeyê berbi taritiyê ve bibin.Dixwazin gelê Kurd ji siyasetê dur bigirin û xeta xwe pêş bixînin. AKP'ê fêm nekiriye ku gelê Kurd ti carî nayê ser xeta wan. Gelê Kurd ji bo bê van rojan bedelên mezin dane û ti kes nekare qezencên wan ji destê wan bigirin."

'Li dijî gelê me êrîşek etnîk mijara gotinê ye'

Feleknasê bi lêv kir k udi her pêvajoyê de desthilatdariyan çav berdane qezencên Kurdan û got: "Tevî şewitandina gundan, girtinan û komkujiyan gelê Kurd ji berxwedanê dest bernedaye. Dewlet dixwaze bi zext û biçavkirinan gel biçewisîne. Gel partiya xwe, şaredariyên xwe tenê nehişt. Niha êrîşek etnîkî tê kirin. karkerên perwerdê, rojnameger, hevserokên HDP-DBP'ê û rêveberên wan tên binçavkirin."

'Pêşiya siyasetê digirin û ya şîdetê vedikin'

Feleknazê destnîşan kir ku divê ji bo Tirkiye bikeve huzurê Elewî, Kurd û hemû bindest ligel hev cih bigirin û got di êrîşeke li dijî HDP û DBP'ê de wê serokkomar û serokwezîr berpirs bin, ji ber ku bi gotinên xwe wan hedef nîşan didin. Feleknasê bi lêv kir ku li qada ku siyaset hatibe girtin rê li ber şîdetê vedike û siyaset niha di kaosek mezin de ye.

'Divê berxwedan bê mezinkirin'

Feleknasê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her roj saet di 17.00'an de çalakiya runiştinê tê kirin. divê her kes li dora berxwedanê bibe xelek. Ger em li malên xwe runin wê êrîş zêde bibin. Ji bo girtina wekîlan jî wê zemîn ava bibe.Dewlet jib o pêşî li rêxistina gel bigire di bin navê OHAL'ê de dest dide ser îradeya gel. Divê li dijî vê bêdeng nemînin."

(hu)