Aysel Tugluk: Em ne bê alternatîf in

14:56

JINHA

AMED - Ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Aysel Tugluk di civîna ku der barê erîşên li ser HDP û BDP’ê pêk hat de axivî . Aysel diyar kir ku siyaset tê astengkirin û wiha got: “ Tu kes ne bê aşterantîf e, em gelekî ku xwedîdîroka berxwedanê ne em ê li ser axa xwe têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bardewam bikin.”

Rêxistina HDP'ê ya Amede piştî operasyona qirkirina siyasî û serdegirtina avahiyên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên wê, li avahiya xwe ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de ji Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Aysel Tugluk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Ziya Pir û Îmam Taşçier, Cîgirê Hevserokê DBP'ê Seydi Firat û rêveberên DBP û HDP'ê yên Amedê amade bûn.

‘Bi gotina serokomar operasyon pêk hatin’

Aysel Tugluk ya ku di civînê de axivî , diyar kir ku şevê din polîsan bi ser avahiyên hemû rêxistinên DBP û HDP'ê yên Amed û navçeyên wan de girtin û wiha got: "Di 11'ê Cotmehê de li Amedê der barê 60 kesan de biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 59 kes hatin binçavkirin. Li dijî endam û rêveberên DBP û HDP'ê lêgerîn û binçavkirinên neheq û bê hiqûq hat kirin. Piraniya wan hevserokên rêxistinên navçe û bajaran in. Hemû alav û amûrên ku ne delîlên sûc in tev hatin desteserkirin.

Aysel , anî ziman ku wekî hevparên partiyê vê operasyonê tiştekî asayî nabînin û wiha got: Piştî Serokomar û Serokwezîr em kirin hedef li dijî me operasyon pêk hat. Li ser fermana serokomar dixwazin siyaseta kurdan tasfiye bikin. Bi helwestek dijminantî nêzîk dibin. Starta dijminantiyê dan û hevserokên rêxistinên navçe û bajarên me girtin. Ji bo binçavkirinê rewa bikin bi ser sazî û rêxistinên me de digirin. Em di nava pêvajoyek talûke re derbas dibin. Her hevalekî me yê hat binçavkirin nûner û vîna vî gelî ye. Dixwazin me ji siysaetê dûr bixin û ji siyasetê paqij bikin."

‘Em di pêvajoyeke girîn g de ne’

Aysel got ku ew di pêvajoyeke girîng re der bas dibin û wiha berdewam kir: “ Her hevalekî kut ê girtin îradeya me temsîl dike û ev îrade tê astengkirin. Peyama ku ji siyasetê hin mirovan dixwazin didin me. Her wiha asel di dawiya axaftian xwe de got ku ew ne bê alterantîf in, gelekî xwedî dîroka têkoşînê ne û dê têkoşîna xwe li ser axa xwe berdewam bikin.”

‘Em ê li pit têkoşîna gelê xwe bin’

Hevşaredarê Amedê Frat Anli jî got ku dê li pit têkoşîna gelê xwe bin wiha berewam kir: “ Di têkoşînê de ji tirsê re qet cih tune ye. Bi girtinan ne mukun e ku têkoşîna me têk bibin. E z bang li gelê me dikim û dibêjim ku roj roja berxwedan û xwedîdrketina li îradeya xwe ye.”

(be-zyt/gc/mk)