HDP amadekariya civîna mezin dike

11:07

JINHA

ANKARA – HDP ji sala ku hatiye damezrandin û heya niha cara yekê ye di serî de bi hevserok û parlamenterên xwe re ji bo ku stratejiya xwe ya serdema nû diyar bike dicive.

Partia Demoratîk a Gelan (HDP), ji bo ku nexşerêya xwe ya serdema nû diyar bike bi hemû hilbijarteyên xwe re di 15-16’ê cotmehê de li enqereyê civînekê li dar dixe. Di civîna ku dê bê li darxistn de hemû heserokên bajaran ên Tirkiye û Kurdistanê, parlamenter, lijneya rêvberyê ya navendî, endamên meclisa partiyê û hemû organên partiyê dê tevli bibin. Civîna ku dê di pêşengiya hevserokan Selahetîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagde di 15’ê cotmehê roja şemiyê dest pê bike, ev roj di heman demê de li roja damezrandina HDP’ê ji rast tê.

Di toplantiya ku dê tê de nirxandina 4 salan bê kirin de, dê pêvajoya ku Tirkiye tê re derbas dibe bê nirxandin, di heman demê de dê operasyonên qirkirina siyasî û êrîşeke gengaz a dewletê ya li ser destnedana parlamenterên partiyê jî bên nirxandin.

(sy/mk)