Bedia: Dixwazin vîna gel ji holê rakin

10:21

JINHA

WAN – Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe bi dirêjkirina OHAL ê re despêkirina operasonên siyasî nirxand û diyar kir ku ev operason amadekariyên hilbijartinê ne.

Li Tirkiyê OHALA piştî hewlên darbeyê hat îlan kirin 3 mehên dinê jî hat dirêjkirin. Bi dirêjkirina OHAL ê re ser avahiyên DBP û HDP’ê de girtin. Di serdegirtinan de 180 kes hatin girtin. Piranî hevserok 180 kesên girtine binçavan desturê nadin bi parêzeran re hevdîtinê bikin. Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedia Ozgokçe operasonên qirkirina siyasiya ser siyaseta kurdan berdewam dike nirxand.

Bedia rewşa piştî hewlên darbeyê bi despêkirina OHAL ê re derketî holê wiha nirxand: “Piştî hewlên darbeyê dibin navê biriyara têkoşîna li hemberî darbekaran firsetên siyasî bi awayek dinê dinirxînin. Bi mehane di meclisê de li hember partiya 3’emîn HDP’ê tindî hene. Di sê mehên despêkê de operasonên bi navê FETO berdewam kirin. Êrîşî kesîmên muxalîf kirin, gelek kedkar girtin, gelek kedkar bêkar hêlan. Hêdî hêdî dixwaze hemû muxalifan bihelînin.”

Bedia destnîşan kir ku pêvajoya piştî dirêjkirina OHAL ê weke operasonên ser HDP’ê dane despêkirin û wiha domand: “Piştî biriyara dirêjkirina OHAL ê ser avahiyên navend û navçeyên DBP û HDP’ê de girtin. Bi tayîbetî jî hevserok û rêveberên me girtin. Taybetî girtina hevserokan diyar dibe ku biriyarek siyasiye. Ev jî tê wê wateyê ku dê operasonê ser hemû deverên ku HDP û DBP lêne bikin.”

Bedia, da zanîn ku divê li hember deshilatiya dixaze gelê kurd bê vîn bihêle û êrîşî ser hemû deskeftiyên wan dike bêdeng nemînin.

(ng-hkt/zt)