Sebahat: Ji êrîşeke gengaz ku pêk bê serokomar berpirsiyar e
16:03
JINHA
AMED –  Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel  li ser binçavkirinên rêvberên HDP û DBP’ê ku ev 2 roj in pêk tên nirxandin kir, got ku ji aliyê serokomar ve hedef hatine nîşandan û destnîşan kir ku ji êrîşeke gengaz ku li ser HDP û BDP’îyan bê kirin  serkomar û serokwezîr berpirsiyar in.
Heseroka DBP’ê Sebahat Tuncel li ser êrîşên qirkirna siyasî ku li dijî rêveberên HDP û DBP’ê pêk hatin nirxandin kir. Sebahat a ku di civîna çapemeniyê ya li Navenda Avahiya  DBP’ê  de axivî got ku gulebarankirina wesayita zirxî ya li Gevera Colemêrgê  ku di emcama wê de 4 welatî hatin kuştin û bi teqîna cîsmê nediyar re mirina zarokê 10 salî ne tesaduf in.
Sebahat  got piştî van êrîşan  bi ser 69  malên rêvberên HDP û DBP’ê de hat girtin û di encamê de ligel ku der barê 29 kesî de biryara binçavkirnê hebû jî  yên din di serdegirtina malan de hatine binçavkirin. Her wiha Sebahat diyar kir ku di nava salekê de  2 hezar û 500 hevalên wan hatine girtin, ji bo ku ew cihên wan vala nehêlin têkoşîna xwe berdewam dikin  û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ger ku bi operasyonên pêk tînin hêvî dikin ku em dest ji têkoşînê berdin  xwe dixapînin. Em partiya gel in û em ê qet bê rêvber nemînin.” 
‘Ji êrşeke gengaz ku pek bê Serokomar berpirsiyar e’
Sebahat diyar kir ku li Tirkiyeyê tu navnedeke ewle nemaye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Ji êrîşeke gengaz ku li dijî rêvebrên HDP û  BDP’ê pêk bê  serokomar û serokwezîr berpirsiyarin.  Ji ber ku ev herdu partî jî bi gotinên Serokomar bûn hedef. Li cihê ku siyaset têk biçe kaos heye û siyast li Tirkiyeyê din ava kosek mezin de ye.”
(be-bc/gc/mk)

