‘Li dijî komployê qet dest ji xeta têkoşînê nehat berdan’
10:35
JINHA
STENBOL-   Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Komploya 9’ê Cotmehê ya ku di kesayetiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd pêk hat û wiha got: “ Kurdan jî li heberî vê komploya navneteweyî qet dest ji têkoşîan xwe bernda.
 Di ser Komploya Navneteweyî  ku di 9’ê Cotmehê de li dijî rêberê PKK’ê Abdullah Ocan pêk hat re 18 sal derbas bûn.  Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî der barê vê komploya nevneteweyî de axivî û wiha got: “Di hedefa kes û welatên ku ev komplo pêk anîn de tunekirna gelê kurd û desteserkirna mafên ku vî gelê bi têkoşîna bi salan bi dest xistibû hebû.  Bi komploya ku li dijî Ocalan pêk anîn  dixwestin ku daxwazên  gelê kurd ên azadî, wekhevî , demokrasî û mafê ku xwe bi zimanê xwe îfade bikin û di hemû qadan de bi kar bînin bifetisînin.”
‘Kurdan dest ji têkoşînê bernedan’
Gulîstan diyar kir ku daxwaz hêzên navneteweyî ew  û hêzên xwcihî yên li Tirkiyeyê ew bû ku kurdên azadîxwaz  bêdeng bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Bi pêkanîna vê koployê re daxwaz ew bû ku gelê kurd bi awayekî  giştî tefsiye  bikin.  Lê ligel ku 18 sal di ser vê komployê re derbas bûn, kurdan  jî qet  li hemberî  vê komployê  dest ji xeta xwe ya têkoşînê bernedan û komplo vala derxistin.” 
‘PYD û YPG ji bo ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têkoşînê bidin hene’
Gulîstan diyar kir ku êrîşên li dijî Şreşa Rojava jî berdewamiya komploya 9’ê tîrmehên ne û ev tişt got: “ Kurdan li  Rojava şoreşek pêk anîn.  Şoreşa ku kurdan pê anî bi tevahiya gelê ku li herêmê dijî re hat pêkanîn. Li wêderê xeteke berxedanê hat avakirn û li dijî  DAIŞ’a hov  tovên jiyaneke nû hatin avêtin.  Îro jî hêzên navneteweyî û yên xwecihî yên li Tirkiyeyê ku dixwazin şoreşa Rojava bifetisînin  berdewamiya kes û welatên ku dixwestin  ku Komploya 9’ê tîrmehê pêk anîne.”
‘Têkoşîneke bi biryartir divê’
Gulîstan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hêrîşên li dijî gelê kurd tenê dikarin bi têkoşînê bên têkbirn û wiha destnîşan kir: “ Ji bo ku em ji berê bêhtir bi biryar bin bahaneyeke me heye. Her kes divê li xwe verqile û bibêje bê ka dikare çi bike.  Li pêjiya kurdan pêvajoyeke duvedirêj heye. Em bi hkumeteke ji rêderketî re rû bi rû ne. Li dijî vê hikûmeta ji rêderketî divê ku em jî têkoşîna xwe bilintir bikin.”
(ga/mg/mk)

