Selma Irmak: 8'ê Adarê di pêşengiya jinê de wê bibe sala şoreşa azadiyê
09:02
Hulya  Okalîn/ JINHA
COLEMÊRG - Hevseroka  KCD'ê Selma Irmak di derbarê  8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cihanê de axivî û got ku  8'ê Adarê di sala 2016'an de dê bi pêşengiya jina kurd de bibe sala şoreşa azadiya gelê kurd.
 
Di dîroka cîhanê de tundiya li ser bedena jinê di asta  herî  jor de ye. Lê heya niha tu dewlet ji bo rawestandina  tundiya  li ser jinê zagonek amadenekirine  û tundiya li ser bedena jinê ji rêzê dibîne. Jin li hemberî vê hişmendiyê têdikoşin û berxwedanek  bêhempa didin meşandin. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar  a Cihanê mînakek ji têkoşina jinan a li dijî hişmendiya desthilatdariyê ye.
 
'Ala berxwedana 8'ê Adarê jinên kurd wergirt'
 
Li seranserî  cîhanê jin di her salvegera  8'ê Adarê dadikevin  kolanan û bi  çalakiyên cur bi cur vê  rojê  pêşwazî dikin. Hevseroka  KCD'ê Selma Irmak  jî wate  giringiya  8'ê Adarê nirxand û diyar kir ku jinan ji bo azadiya xwe gelek bedelên mezin dane û îro jinên kurd ala berxwedana 8'ê Adarê wergirtin û  bi rihê berxwedana 8'ê Adarê li hemberî zilmê têdikoşin û li ber  xwe didin.  Selma got ku  berxwedan  û têkoşina  jinên  kurd  Sêvê  Demîr, Fatma Umar  û Pakîze  Nayir  ên  ku li Sîlopiyê  ji  aliyê  hêzên  dewletê   ve hatin  qetîlkirin , dê moxra  xwe li 8'ê Adara 2016'an  bide û bi rihê  berxwedan  wan 8'ê  Adarê  bê  pîroz kirin.
 
'Ji  bo  jina  kurd 8'ê  Adarê  xwedî  giringiyek  mezin e. 
 
Selma got ku îsal 8'ê Adarê ji bo jina kurd xwedî wete û giringiyek mezin e û wiha pê de çû: "Wek ku tê  zanîn îsal têkoşîna jina kurd di hemû  rojeva cihanê de cihê xwe girtiye û dê ev têkoşîn û berdxwedana mezin di dîroka  cihanê de jî  cihê xwe  bigire. Bi salan e ku  jinên  kurd  ji  bo  azadiya xwe li hemberî hemû  zilm û tundiya  hişmendiya  bavîksalariyê li berxwe didin. Ji ber vê yekê  jî ji bo jina kurd 8'ê  Adarê  xwedî  giringiyek gelek   mezin e.  Birastî ji bo jina  kurd her roj berxwedan û têkoşîna 8'ê Adarê ye. Ji  ber ku jina kurd  her tim di nav têkoşinê de ne."
 
'Jinên daxwaza mafê xwe dikin bi zindî tên şewîtandin'
 
Selma di berdewamiya axaftina xwe de têkoşîna  jinên New Yorkê yên ku di fabrîkeyê de bi zindî hatin şewîtandin û jinên Bakûrê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên şewîtandin şibihand hev û ev tişt got: "Li New Yorkê 120 jin ji ber daxwaza maf û hevpariya kar kirin di fabrikayê de û bi zindî hatin şewîtandin û  têkoşina jinê wiha çewsandin. Niha li heremên Kurdistanê yên ku rêveberiya xweser lê
hate îlan kirin û di pêşengiya jinê de têkoşîn û berxwedanek tê meşandin,  jin dibin hedefa dewletê. Bi dehan hevalên me yên jin di jêrzemînan de bi zindî hatin şewîtandin.  Hişmendiya hemû  desthîlatdariyan li dijî jinê wek hev e. Jinên ku ji bo daxwaza mafên xwe têdikoşin bi zindî tên  şewîtandin. Çawa ku  her sê xuşkên Mirabelan hatin tecawiz kirin û pişt re hatin qetîlkirin niha dewleta tirk li jinên kurd dike. Jina kurd dikuje û bedenên wan tehşîr dike."
 
'Hişmendiya DAIŞ û AKP'ê wek hev e'
 
Selma diyar kir ku  8'ê Adarê îsal  dipêşengiya  jina  kurd de dê  bibe sala şoreşa  azadiya  gelê  kurd û axaftina xwe wiha domand: "Di vê pêvajoyê de me baş dît ku  di hedefa dewletê de di serî de jin heye. Ji ber dewlet jî baş dizane ku dema jin ketin nav têkoşînê tu kes nikare berxwedan û têkoşina wan bişkîne. Lewra dewlet di şexsê jinê de têkoşîna gelan dê bişkîne. Lê jin bi biryar in û heya azadiya xwe nedin avakirin dê li hemberî zilmê têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin.  Çeteyên DAIŞ'ê jî li Rojava û Şengalê jinan revand û li bazara koleyan difirotin û bi hovane qetîl dikirin. DAIŞ  ji ber bi têkoşîna jinên berxwedêr nikaribû tola  xwe bivê rêbazê hildida. Niha dewleta tirk jî heman tiştê dike. Hişmendiya DAIŞ û AKP'ê wek hev e." 
Selma di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew soz didin hemû hevalbendên xwe yên ku li dijî zilma desthilatdariyê têkoşiyan û hatin qetîlkirin, dê ala têkoşîna wan ew ê hildin û şoreşa wan dixwest dê bidin avakirin.
(rc)
 

