'Jin êdî di farqa ku azadî bi têkoşîn û berxwedanê wê ava bibe deye'
09:03
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di rêveberiya xweser de rola û têkoşîna jinê nirxad û diyar kir ku di rêveberiya xweser de rola jinê gelek giring e ji ber ku dê civak bi têkoşîna jinê azad û  têkoşîna jinê hişmendiya baviksalariyê ji nav civakê rake.
Piştî  hilbijarta  7'ê Hezîrana 2015'an ku hikûmat AKP'ê li bakûrê Kudistanê têk çû li ser gelê kurdan konsepa şer da dest pê kirin. Gelê kurd li hemberî bêdemokratikbûnê, alternatifa demokrasiya radîkal da dest pê kirin û li gelek navçe û bajaran  rêveberiya xweser îlan kir.  Gelê kur bi pêşengiya jin ciwanan de di serî de Cizîr, Sur, Sîlopî û hemû bajarên bakûrên Kurdistanê rêveberiya xweser îlan kir û li hemberî hikûmeta AKP'ê bi vînek mezin têdikoşe.  Rêveberiya xweser a ku herî zêde jin bedel didin nîşandan, di rêveberiya xweser de rol û têkoşîna jinê çi ye ango dê çaw bê jî bi xwe re anî. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag rol û têkoşina jinê nirxand û diyar kir ku  jin jiyan e, jiyan berxwedan e lewra divê jin  ji bo jiyana azad li ber xwe bide.
'Jina kurd ji bo azadiya xwe li ber xwe dide'
Fîgen diyar kir ku  bi îlankirina rêveberiya xweser re jin ji bo azadiya xwe li pişt xendekan têdikoşin û ev tişt got: "Bi avakirina desthilatdariyê heya niha jin bi her awayî ji mafê jiyanê hatinê astengkirin û jin bi hişmendiya mêr hatiyê dorpêçkirin.  Ne tenê jinên kurd di heman demê de jinên rojavayê Tirkiyê jî  di nav dorpêça hişmendiya dewletê de ye û ji hemû mafê xwe dur hatine xistin.  Tenê di nava  jinên kurd û tirk de cudahiyek heye.  Jinên kurd ji bo çand, hebûn, mafê jiyanê û azadiyê li pişt xendekan li ber xwe dide. Lê mixabin ku tu derfeta jinên tirk tune ku bi xendekan  dorpêça li ser xwe hilweşîne û têbikoşe."
'Hikûmeta AKP'ê berxwedan û vîna kurd nabîne'
Fîgen li ser êrîşên ku bi  rojan e li Sur, Cizîr, Nîsêbîn û Sîlopîya jî ev tişt anî ziman: "Wek ku tê zanin li gelek bajarên bakûrê Kurdistanê rêveberiya xweser hate îlan kirin û bi îlan kirinê re dewlet raste rast êrîş bir ser gel û îro êrîşên bingehîn li ser kurdan tên meşandin. Bi êrîş û komkujiyan dixwazin berxwedana gelê kurd  têk  bibin. Lê hikûmeta AKP'ê berxwedan û vîna kurd nabîne û hêj ne di farqê de ye ku kurd têk naçin."
'Di rêveberiya xweser de rola jinê gelek girîng e'
Fîgen di berdewamiya axaftina xwe de li ser rol û têkoşîna jinê jî  rewesatiya û got ku rêveberiya  xweser dibin rêveberiya jinê tê kirin û wiha domand: "Di rêveberiya  xweser de rol û mîsyona jinê pir girîng e. Ji ber ku rêveberiya xweser dibin pêşengiya jinê tê meşandin. Lewra  jin  divê rola xwe baş bilîze. Her çiqas civak ji bo jiyanek azad û demokratîk li hember dewletê têdikoşe, jin jî  ji bo azadî û hevpariyê li hember hişmendiya mêr û dewletê li ber xwe dide. Civak dê bi têkoşîn û berxwedana  jinê azad bibe û rola ku hişmendiya mêr  daye jinê dê hilweşinê. Dîsa dê jin bi xwe re civakê ji azad bike. Em jî wek hilbijêr û vîna gelê kurd ketin nav liv û tevgeran. Bi rêveberiya xweser de rol û misyona  jinê çi ye dê jin çawa tevbigere. Bi rojan e ku li her derî nîqaşên me çêdibin û em nêrîna hemû jinan distînin. Wek ku me di serî de jî got rol û mîsyona jinê gelek girîng e û divê jin rolên xwe baş bilize û xurd bike."
'Jin bi kevirê malên xwe xendekan avadikin'
Fîgen  li ser  têkoşîna ku li heremê û taxan hatine despêkirin û jin li pişt xendekan çawa li hemberî 10 hezar leşker, polîs û tîmên taybet li ber xwe didin jî derbîrî û wiha  domkir: "Li navçeyên ku gel li taxan xendekan vekirin û li hemberî hêza dewletekî li ber xwe didin em dikarin bi têkoşina jinê mînak bidin. Jinên taxê bi kevirên xaniyên xwe dîwarên xendekan avadikin. Ev jî tê vê wateyê ku jin xendekan wek war û malên xwe dibinin. Bi zarokên xwe re pişt xendekan li ber xwe didin.  Êdî jin jî ketiyê farqê ku azadî bi têkoşin berxwedanê dê ava bibe."
'Jiyan bi têkoşin û pêşengiya jinê azad bibe'
Fîgen di dawiya axaftina xwe de got ku dê jiyan bi têkoşin û pêşengiya jinê dê azad bibe û dê heya dawiyê ji bo jiyanek azad têbikoşin û li ber xwe bidin.
(ho-mc/rc)
