Hatice Kavran: Dê jin sibê bersivê bidin
12:08
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Hatice Kavran diyar kir ku di her platformê de Serokomar Recep Tayyip Erdogan HDP'ê û jinan hedef digire. Hatice ji hilbijartinê re çend demjimêr mane bang kir û got: "Divê gelê kurd di 7'ê Hezîranê de bersivê bide."
Ji hilbijartinê re çend saet mane, namzetên HDP'ê ji xebatên xwe lez kêm nekirine û berdewam dikin. Di vê pêvajoyê de bê hijmar êrîş ser HDP'ê hatin kirin û tayîbetî jî jinan hedef digirin. Ji hilbijartinê re çend demjimêr mane Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Hatice Kavran bang li welatiyan û tayîberî jî li jinan kir û da zanîn ku HDP partiya jinan û gelane. Hatice anî ziman ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan HDP'ê û jinan hedef digire. Hatice bilêv kir ku tekoşîna jinên sergirtî û jinên kurd didin AKP vê weke malê xwe dibîne û wiha domand: "Weke ku wan vê tekoşînê daye û dê bi ser bixin. Me dema ku tekoşîna vê dida wan êrîşî me dikir. Ji bo ku pirsgirêka jinên sergirtî zagonî bibe BDP'ê onerge da, lê AKP'ê ew onerge red kir. AKP dijminê kurdane. Ji ber wê jî divê 7'ê Hezîranê gelê kurd bersiva pêwîst bide dijminê xwe."
'Jin di nava HDP'ê de hebûna xwe zêdetir nîşan didin'
Hatîce gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan yên her dem dibêje "Kurd birayê mene" bibîr xist û wiha dom kir: "Biratiya AKP'ê tenê qirkirin, rondikên çavan û mirine. Ji bo Erdogan ti giringiya jinan nîne. Ji ber wê jî dema dibêjin jin ji bo wan weke xizmetkar tê. Li gel wan hişmendiya jin weke mal xebitandinê heye. Em ne malin, em li her qadê û her platformê hene. Em di nava HDP'ê de zêdetir hebûna xwe hîs dikin."
'Em aştiyê dixwazin ew xwînê û rondikên çavan'
Hatice wiha berdewam kir: "Ez di her qadê û her civînê de kesên li Roboskî û Kobanê jiyana xwe ji dest dane bi bîrtînim û ji gel re vedibêjim. Di mijara qatîlên wan kîne de nirxandinan dikimk, qatilê wan AKP ye. Her kesên xwedî wijdan êdî divê pistiwa xwe ji AKP'ê xilas bikin. Bila nebin hevparê qetilkirina zarokên me. Em aştiyê dixwazin, ew xwînê û rondikên çavan, êdî bese." Hatice anî ziman ku tenê partiya jinan û ya aştîxwazan HDP ye û wiha pêde çu: "HDP partiya jinane. Partiya aştî û wekheviyê ye. Partiya jiyana hevbeş ya hemû gelane. Ji ber wê jî divê em hemû di nava HDP'ê debin. Emê weke HDP bendê hilweşînin û jiyana nû avabikin. Emê cîhanek ya her kes bi bawerî, reng û nasnama xwe têde bijîn avabikin."
(zt)