Buroyên hilbijartinê yên KJA yê bûne navendên jiyanê

11:10

Beritan Canozer/JINHA

AMED - Di pêvajoya hilbijartinê de xebatên herî bi kelecan û rengîn li buroyên xweser yên jinan hatin meşandin. Endama KJA yê Rozerîn Îldan diyar kir ku dê piştî hilbijartinê jî xwe bigihînin jinan û got: "Em êdî mirinê naxwazin, emê li ser sindoqan li pêşeroja xwe xwedî derkevin."

Ji hilbijartinan re demek kin maye, hîna li buroyên hilbijartinê yên jinan xebat bi hemû kelecan û rengîniya xwe berdewam dike. Jin mal bi mal, kolan kolan digerin, her deriyê ku diçinê bertekên erênî digirin. Rozerîn Îldan ya ku li buroya jinan ya hilbijartinê ya li semta Ofisê ya navçeya Yenişehîra Amedê dixebite da zanîn ku heya niha di nava xebatên hilbijartinê de bertekên erênî girtine û wiha domand: "Em êdî mirinê naxwazin emê li ser sindoqan li pêşeroja xwe xwedî derkevin."

'Emê piştî hilbijartinan jî xwe bigihînin jinan'

Rozerîn anî ziman ku ji dema despêkirina xebatên hilbijartinan heya niha ew rêxistinkirina jinan bingeh digirin û wiha berdewam kir: "Dema ku jin gav ber bi HDP'ê ve bavêje, ber bi jiyana azad ve gavê di avêjin. Em bertekên jinan yên li hember pergala heyî û AKP'ê û li hemberî wê girêdana wan ya tekoşînê dibînin. Xebatên me tenê ji bo hilbijartinê nîne, dê piştî hilbijartinê jî berdewam bike. Piştî hilbijartinan jî dê xebatê me di bin banê HDP'ê de berdewam bike. Ji bo ku jinên ji ber nêzîkatiyên pergala deshilatiya mêran ji jiyanê sarbûne carekdinê li jiyanê vegerin xebatên me berdewam dikin."

'Ji rêxistinbûna jinan ditirsin'

Rozerîn bertek nîşanî gotinên Serokomar yê ser jinên ew protesto kirîn û pişta xwe dayînê da û wiha berdewam kir: "Ji xwe gotinên Serokomar yên ji bo jinan gotî em şaşwaz nekirin. Ji xwe her dem li her derê ji kincan heya jiyana jinan dixe ser zimanê xwe û pê di axive. Ji ber we ji rêxistinkirina jinan ditirsin, ji ber wê li her derê pê di axivin. Em gotinên wan nagirin cidiyetê û li her derê weke berê xebatên xwe berdewam dikin."

(zt)