Li Çûngûşê lîstikên AKP'ê yên hilbijartinê
09:58
Cahide Harputlu/ JINHA
AMED - Xebatên hilbijartinê her ku berbi rojên dawiyê de diçe listik û êrîşên AKP'ê jî zede dibe. Li Çûngûşê jî AKP rojên dawiyê bi navê alikariyan pere belav dike û bi qaymakam, Mûdirê Perwerdehiyê û hemû personelên dewletê re propagandaya xwe dike.
Li navçeya Çûngûşê ku navçeya herî biçûk ya Amedê ye, ji Tûrkmen û Kirmancan pêktê. Ji ber vê cudahiya wê jî ji destpêka dîroka Komara Tirkiyê heta niha polîtîqayên taybet li ser hatiyemeşandin. Gel heta niha di serî de CHP, her tim piştgiriya partiyên pergalê kirine. Şaredariya navçeyê jî ji CHP'ê derbasî AKP'ê bûye. Her wiha xofa ku ji alî dewlet û hikûmetan ve li ser wan çêbûye jî gelek e lewre dema bi gel re axaftin tê kirin ew psîkolojiya ku li ser civakê hatiye ava kirin hêbaştir diyar dibe. Heta niha derfet nehatiye dayin ku gelê Çûngûşê îradeya xwe pêşbixîne. Her tim tercîhên sîyasî li gor berjewendiyan pêkhatiye. Ji ber vê jî tirsa li hember pergalê her tim zindî hatiye girtin. Bi dek û dolaban ev heta îro jî berdewam dike. Rêveber û xebatkarên HDP'a navçeyê û niştecihên Çûngûşê jî baldikşînin ser listikên AKP'ê û diyar dikin ku heta roja dawiyê jî dê ev berdewambike. Ji xebatkarê HDP'ê Murat İpek jî der heqêvê mijarê de axivî û tengasiyên ku dijîn vegot. Murat diyar kir ku divê hilbijartinê de jî pir caran rastî lîstikên AKP'ê hatine. Murat kiryarên ku heta niha hatiye kirin bimînakan anî ziman û axaftina xwe wiha domand: ''AKP heta niha kesên ku piştgiriya wan kiriye girtiye kar ku tenê dema hilbijartinê nêzî 400 kes qeyda wan li İş-kurê hatiye kirin. Li aliyekî din jî gefan li gel dixwin û dibêjin 'Hun dengê xwe nedin dê we ji kar derxînin.'
'Qeymeqam û memûrên dewletê ji AKP'ê re dixebitin'
Murat destnîşan kir ku heta niha bi komir û meqernê gel dixapandin niha jî bi girtina karê îş-kurê vê polîtiqaya xwe didomînin û got: ''Ji ber ku di civakê de seknekî politik tuneye her tim di bin navê alikariyan de gel hatiye xapandin. Lê êdî hemû kes bi polîtîqayên wan di zanin lewre kesên ku heta niha dengê xwe dane AKP'ê jî ditirsin û dibêjin wê li sindoqan mûdaxale were kirin. Xebatmeşandina AKP'ê baş dizanin ji ber vê me li hember lîstikên hişyar dikin.'' Gel jî di der barê vê mijarê de nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku Şaredariya AKP'ê, taxên ku dengê xwe dide wan kuçe û kolanên wan çêdike lê cihên ku ray jêdernexistine çênakin. Li navçê ji xebatkarên şarederiyê, heta kaymakam û Mûdire Perwerdehiyê jî li navendê û gunda propagandaya AKP'ê dikin. Dema gel nerzîbûnên xwe nişan didin jî rastî gotinên wek 'Her tişt di destê me de ye, em çawa bixwazin dikarin bikin' dibin. Hate diyar kirin ku cara dawiyê 2 roj berê jî bin navê alîkariyê 500 TL li jinan hatiye belav kirin.
Murat anî ziman ku ji bo xebatên HDP'ê were asteng kirin heta niha her cure pirsgirêk hatiye derxistin û got: ''Polis û xebatkarên dewletê heta ji destê wan hat xwestin ku xebatên HDP'ê asteng bikin. Nehiştin em afîşan li dar bixînin, pankartên me hatin daxistin û hemû rê û rêbazên propagndayê li pêşiya me girtin lê em dîsa jî hêvîdarin ku roja 7'ê Hezîranê HDP serkeftinek mezin bi dest bixîn.''
(ch/zt)