Ciwan: Ji bo jiyanek bi ewle dengê me yê despêkê ji HDP'ê re ye
09:24
Sarya Gözüoğlu / JINHA
AMED - Ji beşa ciwanan yên herî ji bo hilbijartinê bi kelecan ciwanên temenê wan 18 salî ku yekm care deng didinin. Ciwanên 18 salî bi danezana ji bo ciwanan hatî dayîn re dengê xwe didin HDP'ê. Ji ciwanên 18 salî Hêlîn Bensen got: "Jiyana ku AKP ji bo me dixwaze jiyana destê duyeme. Ji ber wê jî denê minê despêkê ji bo HDP ya ku nûneriya wekhev û jiyanek azad pêşkêşî me dike, ya ku siyasetek pak dimeşînereye."
Demek kin ji hilbijartinê re maye, her diçe kelecana partiyan, namzetan û welatiyan zêde dibe. Yên ku herî zêde vê kelecanê dijîn jî ciwanên 18 saliyên ku yekem care dengê xwe bi kartîninin. Gamze Dogan ya 18 salî ku yekem care dê dengê xwe bi kar bîne diyar kir ku HDP ji bo jin û ciwanan jiyanek nû û demokratî dixebite û wiha domand: "Emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Tenê daxwaza me serketina şoreşê û derbaskirina bendê ye. Bi vê hêviyê emê bendê derbaskin."
'Ji bo azadiya jinan denê minê despêkê ji bo HDP'ê ye'
Gamze destnîşan kir ku tenê partiya jinan bilind dike û azadiya jinan binge digire HDP ye û wiha berdewam kir: "Partiya ku bawerî û rengên cuda dibin yek banî de dicivîne HDP ye. Ji ber wê jî dê dengê minê despêkê ji bo HDP'ê be. Jinên ku dixwazin li meclisê xwe rêvebibin, nasnama xwe ya cud bide jiyan kirin divê berê xwe bidin HDP'ê. Hemû gelên dixwazin cewherê xwe bidin jiyandin divê ji bo HDP biçe meclisê çî ji destê wan tên bikin."
'Ji hemû temenan mirov xwe di nava HDP'ê de dibînin'
Hêlîn Bensen ya 18 salî jî anî ziman ku dê weke ciwanek kurd dengê xwe yê despêkê bide HDP'ê û wiha axivî: "Heya niha me hemû partiyên dinê dîtin. Her çendî hîna HDP neketiye meclisê lê me wê naskir. Ji hemû temenan mirov xwe di nava HDP'ê de dibînin. HDP weke partî ji 70 milyon mirovan kesê cuda nabîne. HDP bi nêzîkatiyên xwe yên ji hemû bawerî, reng û temenan mirov civandinê dide nîşan dan ku hewil dide her kesê têbigihê û bi be bersiva derdê her kesê."
'Jiyana ku AKP dibêje jiyana destê duyeme'
Hêlîn balkişand ser jiyana nû ya HDP'ê û wiha dom kir: "Jiyana ku AKP dibêje jiyana destê duyeme. Beriya AKP'ê Kaddafi, Esad û Mursi jî qala jiyana wiha dikirin û hemû jî bê serkeftin man. Senaryoyên wan hemûyan hilweşiyan. Ji ber wê jî ji bo jiyanek nû, rengîn û azad, ji bo siyasetek pak dengê minê despêkê ji bo HDP'ê ye."
'Ji bo pêşeroja xwe deng bidin HDP'ê'
Hêlîn bang li ciwanên weke xwe cara yekeme deng didin kir û got: "Hemû hevalên minê nû deng bixebitînin divê vê baş bizanin ku di pêvajoya AKP li meclisê de di aliyê perwerdê de ji derveyî mijulkirinê tiştek nekir. Heger ku hun di aliyê îdeolojîk de HDP'ê na parêzin jî divê hun dengê xwe bidin, ji ber di pêşerojê de herî zêde hêvî ji HDP'ê hene."
'Divê pêdivî bi derve xwendina ciwanan nemîne'
Hêlîn bilêv kir ku bi banga HDP'ê ya jiyana nû re dê ciwan bibin xwediyê pêşerojek hîn baştir û wiha pêde çu: "Êdî ciwan ji bo xwendinê nakevin nava xelayên çuna derve. Ez bawerdikim dê HDP bendê derbaske têkeve meclisê û 70 parlementeran derxe. Dê bi ketina meclisê re HDP di serî de pergala perwerdê di gelek xalan de guhertinê bike. Ji bo ku em xeyalên xwe yê welatek azad û demokratîk jiyan bikin divê hemû jin û ciwan li HDP'ê xwedî derkevin û dengê xwe bindin. Ji bo wê jî banga min ji bo jinane. Dê HDP bi kotaya ji sedî 50 jinan têkeve meclisê û tekoşîna jinan berdewam bike. Dê jinên nava HDP'ê tiştên ji bo jinan bên kirin hînî jinên weke Ayşenûr Îslam ya ku bi hişmendiya mêran li wê ye bidin."
'HDP'ê îmza avêt binê rêgezên dîrokî li Tirkiye û cîhanê'
Ji ciwanan Eylem Akta jî destnîşan kir ku ji despêkê heya niha HDP partiya jin û ciwanane û wiha domand: "Di dîroka Tirkiye û cîhanê de HDP'ê îmza avêtiya binê rêgezên dîrokî. HDP nûneriya wekhev û jiyankirina rengan bingeh digire. HDP fêkiyê tekoşîna zayendiya 40 salane. Ji ber wê jî dê dengê minê despêkê ji bo HDP'ê be."
'HDP jinên ciwan pêşde dibe'
Eylem anî ziman ku HDP partiyek ya her kes xwe têde îfade dikiye û wiha berdewam kir: "Ez weke jinek ciwan dibêjim HDP ji bo me hêviyeke. Ji bo me ti partiyên dinê jiyanek wiha pêşkêş nake. Ji ber ku hêza nûneriya me di ti partiyên dinê de nîne. HDP ya ku jinên ciwan têde bi zindî dixebitin, weke jinên ciwan me berew pêş de dibe. Ez bang li hemû jinan û teyîbetî jî jinên ciwan dikim ku cihê xwe di nava HDP'ê de bigirin, bi çand û ziman ê xwe xwe bidin jiyandin."
(zt)