Komisyona Îqnayê ya HDP'ê pişîk jî îqna kirine

09:01

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Ji hilbijartinên parlementeriyê re 3'ê roj mane metirsiyên ewlehiyê zêde dibin. Endama Koordinasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Nevîn Yakut Gunay girêdayî ewlehiya ku girtine agahî da û diyar kir ku di mijara ewlehiyê de herî zêde jî jin baldarin û got: "Em di aliyê ketina pişîkan ya trafoyê de jî rehetin. Komisyona me ya Îknayê pişîk jî îkna kirine."

Ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê re 3 roj man, xebat gihane xala dawiyê. Ji bo partiya xalek ya giring jî ewlehiya hilbijartinê ye. Ji ceribandinê berê HDP ketiye rê û maseyê kirîzê avakiriye. Girêdayî mijarê Endama Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê Nevin Yakut Gunay nirxandin kir û da zanîn ku ji despêka despêkirina xebatên hilbijartinê heya niha xebatên wan di aliyê mişahîdan de berdewam dike û wiha domand: "Piştî ku me komisyona muşahîdan avakir, di derbarê hîle û rewşên bên jiyîn de me perwerde da. Ji bo jin ser sindoqan bisekinin me xebat dan despêkirin. Îsrara me ya jin ser sindoqan bisekinin ji ber ku jin zêdetir bi baldarî nêz dibin e."

'Dê jin bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinê bixebitin'

Nevîn balkişand ser giringiya ewlehiya hilbijartinê û wiha berdewam kir: "Carnan di hilbijartinan de jin nikarin bi mêran re têgevin diyalogê û nikarin derdê xwe bînin ziman. Ji ber wê jî divê jin ser sindoqan hebin ku jinên bên bi rehetî karibin derdê xwe bînin ziman. Dê jin ser sindoqan bi hemû hêza xwe bixebitin."

'Emê masê qirîzê û komên gerê avabikin'

Nevîn anî ziman ku ji bo şeva hilbijartinê agahiyên lezgîn dê masê kirîzê avabikin û dom kir: "Dê di aliyê hiquqî, dan û sitandê de ewlehî bên girtin. Ji derveyî masê kirîzê komên gerê jî dê hebin. Dê komên gerê gilî û pirsgirêkên heyî ji bo me ragihînin û emê jî li gorî çareseriyê tevbigerin."

'Komisyona me ya îqnayê pişîk jî îqna kirine'

Nevîn gotinên Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz yê di sala 2014'an dema hilbijartinên herêmî de her dem birîna elektirîkê de jî bi bîr xist û got: "Ez bawerim di vê hilbijartinê de dê pişîk jî alîkariya me bikin. Ji ber pişîk jî naxazin alîgirê hişmendiyek yekane be. Ez bang li yên ku bi zorê pişîkan dixin terfoyan dikim, vê hilbijartinê komisyona me ya îknayê pişîk jî îqna kirine. Ji pişîkan bigerin bila ew jî tevlî jiyana nû ya HDP'ê bibin. Bila pişîk di jiyana xwe ya xwezayî de bi aramî bijîn."


(zt)