Hediye Yusif: Şoreşa gelan, desthilatiya dewletan têk dibe
15:11
Roksen Efrîn /JINHA
RIMÊLAN - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yusif serkeftinên YPG,YPJ'ê li gel pîroz kir û daxuyaniyên koalisyona Suriyê yên dijberî berxwedaniya li Rojava şermezar kir û got: " Di rastiyê de li tevahî bajarên Suriyê alozî heye, hilweşandin, kuştin, şerpezebûna gel, şewtandin û hilweşandina malan. Lê Rojavaya Kurdistan ji ber têkoşîn û berxwedana Hêzên YPG û YPJ'ê gelek heremên ewle hatin avakirin. Ji ber vê yekê Ereb jî baweriya xwe bi hêza parastinê anîn û hatin van herêman û bi cih bûn."
Hediye Yusif derbarê serkeftina hêzên YPG û YPJ'ê ya li Rojava nirxand û wiha got: "Serkeftina hêzên YPG û YPJ'ê ya li Rojavaya Kurdistanê gavek girîng pêkanî. Ji bo gelê herêmê û bi taybet ji bo bajarê Hesekê, Til Temir û Serêkaniyê. Ji ber ku ev bajar bi xeteriyê re rû bi rû ma ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê. Êrîşên çeteyan li ser van bajaran bê navber domkir, ji ber vê yekê hêzê YPG û YPJ'ê dest bi hemleya rizgarkirin û berxwedanê kir. Ji bo piştgiriya vê berxwedanê gelek hêz beşdar bûn. Hêzên ku bê navber piştgirî dane hêzên YPG û YPJ'ê, hêzên Sutoro, Parazvanên Xabûr, Meclîsa Leşkerî ya Sûryaniyan, hêzên Senadîd û hêzên Asayîşê bûn. Bi piştgiriya van hêzan 250 gund û gelek deverên stratejîk mîna çiyayê Kizwanê hatin rizgar kirin."
Hediye li ser hin raghandinên ku dixwezin serkeftinê YPG û YPJ'ê reşbikin û helwestên ne di cih de pêktînin axivî. Hediye wiha got: "Li ser bajarên Rojava êrîşên hovene ên çeteyên DAIŞ pêk hat. Gelek welatî ji ber vî şerî can da û ji cih û warê xwe ma. Lê belê gelek welatiyên ku mabûn tevî hêzê YPG û YPJ'ê parastina axa kir û li berxwedan. Li aliyê din gelek gundê Ereb hene ji hêza YPG û YPJ'ê daxweza ewlehiyê kir. Ji ber vê hêzê YPG û YPJ'ê dest bi hemleya tolhildan û rizgarkirinê kirin. Lê diyar dibe ku ji serkeftina hatî bi destxistin hinek hêz ne rihetin, ji ber dijberî berjiwendiya wan, hesabên dikin cudaye û tiştên ku pêkhat cuda ne. Dema ku êrîş li ser kantona Kobanê pêkhat, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan derket û got' Kobanê ket, ha wê bikeve'. Lê Kobanê li berxweda û bi seket. Di rastiyê de li tevahî bajarên Suriyê alozî heye, hilweşandin, kuştin, şerpezebûna gel, şewtandin û hilweşandina malan. Li Rojavayê Kurdistanê ji ber têkoşîn û berxwedana hêzên YPG û YPJ'ê gelek herêmên ewle hatin avakirin."
Hediye wiha dom kir: "Bi ked û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê gel herêmên Rojava ji bo xwe cihên ewle dîtin û berê xwe dan vir. Ji aliyekî din jî li Kantona Cizîrê Rêveberiya Xweser kampa Newroz ji bo gelê Êzidî vekir û bi sedan malbata di wir de jiyan dikin û ji bilî wê jî di hemû bajarên Rojava gelê Ereb, Suryan û Kurd bi hev re jiyan dikin. Li tevahî herêmên ku çeteyên DAIŞ'ê dikeve, piştî tê rizgarkirin şervanan mayînên ku hatine çandi paqij dikin. Niha li herêma Çiyayê Kizwanê nêzî 6 hezar mayîn hene, şervanên YPG û YPJ'ê hemleya paqijkirina mayînan dane despêkirin. Ji bo ku gelên ku ji gund û malê xwe koçkirine, bikaribin bizivirin malên xwe û jiyana xwe a asayî bidomînin."
Hediye her wiha got: "Em ji bo hemû aliyan dibêjin bila dev ji helwesta xwe ya dijber berdin û piştgiriya gel bikin. Bi taybet ji bo koalisyona Suriyê aşkere em dibêjin heger hûn serkeftinê û aşitiyê dixwazin dev ji vê dijberiyê berdin. Piştî du salan şer li hember çete pêk hat, hîna dibêjin hêzên leşkerî li Rojava girêdayî partiya Yeketiya Demokratîk a PYD'ê ne, vê yekê em qebûl nakin. Ji ber ku PYD'ê partiyeke siyasî ye li Rojavayê Kurdistanê û têkiliya wê bi hêzên me yên leşkerî re tune ye. Pêwîste hûn kar ji xizmeta gel bikin û îradeyê bi gel re bidin avakirin heger hûn di karên xwe de rastin pêwîste hûn li hember çeteyan jî bisekinin."
Hediye behsa helwesta tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û got: "Bi rastî êdî her tişt aşkere bûye, hikumeta Tirkiya naxwaze pirsgirêka gelê kurd li Bakûrê kurdistan çareser bibe, ji bo vê yekê bi hemû hêza xwe êrîşên dibe ser gelê kurd û Rojava. Ji bo ku gelê kurd negihêje mafê xwe hikûmeta Tirk çek û alîkarî ji bo çeteyan rê kir û alîkariya Îranê ya ber biçav di aliyê leşkerî û lojistî de pêkanî. Niha li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên dîrokî di 7'ê Hazîranê de wê pêk were, ji bo vê yekê divê gelê me li hember rastiya hikûmeta Tirkiya ya ku dixwaze rûyê xwe yê reş sipî bike hişyar be. Hemû partiyên siyasî pêwîste dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku HDP'ê wê biratiya gelan li Tirkiya pêkbîne û demokrasiyek mayînde di nava gel de avabike."
Hediye behsa hêzên dijber ên gelê Kurd kir û wiha got: " Tirsa wan ji serkeftina îradeya gelan heye, ji ber ku serkeftina îradeya gelan dikeve xizmeta civakê ne di xizmeta desthilatiya wan de ye."
(rc)