Li Çermûgê tevlîbûnên nava HDP'ê didome
14:09
JINHA
AMED - Namzeta Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel der barê xebatên hilbijartinan de li navçeya Amedê ya Çermûgê esnaf û saziyên navçeyê zîyaret kir û di ziyaretê de keyayê gundê Birikê Mustafa Varol bi malbata xwe ve tevlî HDP'ê bû.
Namzeta Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel bi rêveberên HDP û DBP'ê re di der barê xebatên hilbijartinan de li i navçeya Amedê ya Çermûgê esnaf û saziyan zîyaret kir. Her wiha keya gundê Birikê Mustafa Varol ku di heman demê de serokatiya avdaniyê jî dike bi merasimekê tevlî HDP'ê bû. Çaglar Demirel rozeta Mustafa lê kir û diyar kir ku piştî AKP di şerê Kobanê de got Kobanê dê dike bikeve di çavê gelê Kurd de reş bû. Piştî merasima tevlîbûnê Çaglar û rêveberên HDP û DBP'ê di der barê xebatên hilbijartinan de esnaf û saziyan zîyaret kiri Çaglar di ziyareta esnafan de bi jinên ku bê biryar in re jî eleqeder bû û ani ziman ku ji bo jinan çi pêwist be, ji alî abori,civaki,perwerdehi û hwd… dê HDP dê bi cîh bîne û divê jin ji bo mafê xwe piştgirî bidin HDP'ê.
Çaglar bal kişand qetlîamên li ser jinê pêk tê jî û da zanin ku çareseriya vê pirsgirêkê jî bi guhertina makezagonê û zagonan dê pêk were, lewre nîvê hejmara HDP'ê jin e. Çaglar di zîyareta saziyan de bi rêveberên SGK'ê re jî axivî û da zanîn ku ev pêvajoyek pir girînge û ji bo ku di parlamentoyê de demokrasî bi cîh bibe divê HDP benda li ber wê astenge derbas bibe. Çaglar di gera xwe ya li esnafan de bankayên wek Halk û Ziraat'ê jî zîyaret kir û bername bi zîyareta PTT, Ocaxê Tenduristiyê, Navenda Perwerdehiya Gel berdewam kir. Çaglar li vir bang li hemû kesan kir ku bila dengê xwe nedin tû kesî dengê xwe bidin xwe.
(ch)