'Ji bo têkoşîna wekhevî û azadiyê deng bidin HDP'ê'
11:16
JINHA
STENBOL - Lîstikvan Pelîn Batu, diyar kir ku beyannameyên hilbijartinê yên herî zêde bandor li ser wê çêkir beyannameya HDP'ê bû û dê di 7'ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP'ê. Wêjevana navdar Adalet Agaoglu jî diyar kir ku pêdiviya meclîsê bi HDP'ê heye û xwest hemû welatî piştgiriyê bidin HDP'ê. Seroka Giştî ya Mala Gel Oya Ersoy diyar kir ku ji bo jin tekoşîna wekhevî û azadiyê bilind bikin dive piştgiriyê bidin HDP'ê.
Ji hilbijartina 7'e Hezîranê re çend roj man. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re piştgiriya ji bo HDP'ê jî zêdetir dibe. Jinên nivîskar, lîstikvan, siyasetmedar û hiqûqnas jî piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê anîn ziman. Lîstikvan Pelîn Batu, Wêjevan Adalet Agaoglu, Seroka Giştî ya Mala Gel Oya Ersoy parêzera Komeleya Xebatên Arasteya Zayendî û Nasnameya Zayendî ya Politikayên Civakî (SPOT) Rozerîn Seda Kip, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û xwestin her kes piştgiriyê bidin HDP'ê.
Adalet Agaoglu: Dengê min ji HDP'ê re ye
Wêjevana navdar Adalet Agaoglu jî diyar kir ku pêdiviya meclîsê ji HDP'ê heye û xwest hemû welatî piştgiriyê bidin HDP'ê. Adalet, anî ziman ku ji ber sedemên pir girîng pir dixwaze HDP biçe meclîsê û pir pêdivî bi HDP'ê heye û wiha got: "Ez dizanim dê pir bandora HDP'ê li meclîsê çêbib. Ji ber vê yekê dengê min ji HDP'ê re ye. Ez bang li hemû hilbijêran dikim ku piştgiriyê bidin HDP'ê.
Pelîn Batu: Herî zêde beyannameya HDP'ê bandor li ser min kir
Lîstikvana navdar Pelîn Batu, jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide HDP'ê û di nava beyannameyên partiyan de herî zêde beyannameya HDP'ê bandor li ser wê çêkiriye û wiha axivî: "Ez pir dixwazim HDP'ê di meclîsê de bibînim. Min hemû beyannameya HDP'ê xwend. Ya herî nêzî min û bandor li ser min çêkir beyannameya HDP'ê bû. Ji bo pêvajoya aşîtiyê baş pêş bikeve divê teqez HDP biçe meclîsê. Ez jî, ji bo parastina sindoqan dê di roja hilbijartinê de li ser sindoqan peywirdar bim."
Rozerîn Seda Kip: Ji bo aşîtiyê HDP'ê
Seroka Giştî ya Mala Gel Oya Ersoy parêzera Komeleya Xebatên Arasteya Zayendî û Nasnameya Zayendî ya Politikayên Civakî (SPOT) Rozerîn Seda Kip, diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û xwestin her kes piştgiriyê bidin HDP'ê. Rozerin, anî ziman ku wê rêziknameya HDP'ê xwendine û rêziknameya heri zêde bandor li ser wê çêkiriye ya HDP'ê ye û wiha got: "Ez bawer dikim ku partiya aşîtî, azadî û wekheviye bîne HDP'ê ye. Ji ber ku pêdivî bi aştiyê heye divê HDP'ê biçe meclîsê.
Oya Ersoy: Ji bo ku ji dijminê jinan hesap bê pirsin divê deng bidin HDP'ê
Seroka Giştî ya Mala Gel Oya Ersoy diyar kir ku ji bo jin têkoşîna wekhevî û azadiyê bilind bikin dive piştgiriyê bidin HDP'ê. Oya xwest ji bo hesab ji kujerên jinan bê pirsîn û polîtîkayên AKP'ê yên tundî û zexta liser jinan zêde dike pûç bikin piştgiriyê didin HDP'ê û wiha got: "Hikûmetê bi salan e çav berdaye têkoşîna jinê ya ji bo azadiya mafên xwe ji ber vê yekê ez bang li hemû jinan dikim ku di 7'ê Hezîranê de deng bidin HDP'ê."
(mae/rc)