KJA yê li Kerboranê civîna jinan lidarxist
10:50
JINHA
MÊRDÎN - Bi boneya hilbijartinên 7'ê Hezîranê KJA yê li Kerboranê civîna jinan lidarxist. Di civînê de jinan balkişandin ser nûneriya hevbeş ya HDP'ê û diyar kirin ku ji bo rawestandina şer divê alîkariyê bidin HDP'ê.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê bi pêşengiya KJA yê di çarçova xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji jinan re civîn hat çêkirin. Civînên ku dê li her çar taxên navçeyê bên li darxistin ya despêkê li Mala Şînê ya Taxa Saray hat li darxistin. Di civînê de xebatkarên Navenda Jinan ya Çîçek, Dayîkên Aştiyê, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik, jinên endamên meclisa şaredariyê û jinên KJA yê jî di navê de gelek jin amadebûn. Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê cangoriyên di tekoşîna azadiyê de canê xwe fedakirin despêkri.
'Dê bi HDP'ê şer bi dawî bibe'
Di civînê de endama KJA yê Gulê Yuzal diyar kir ku di hemû şeran de êşên herî mezin jinan kêşane û got: "Her dengê bê dayîna AKP'ê dayîna çek û bombeyên destê DAIŞ'ê ye. Me tirên ku ji hindirê wan çek dihatin derxistin ji bîr nekirine. Ji ber bi çekên deshilatiya AKP'ê dişandin ji DAIŞ'ê re dixwestin bi wan Kobanê bixin, bi wan çekan li Şengalê jin digirtin û di bazarên kolan de difirotin. Ji ber wê jî di vê hilbijartinê de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê jinan. Divê em hemû dengê xwe bidin HDP'ê û ji bo derdora xwe jî alîkariya dengdayîna HDP'ê bikin."
Piştî axaftinan civîn bi tilîlî û çepikan û duruşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
(zt)