Amed ji mitînga HDP'ê re amadeye
09:43
JINHA
AMED - Ji bo mitînga dîrokiya 5'ê Hezîranê ku Amed malavahiya wê dike hemû amadekarî qediyane. Mitînga ku dê di saet 16'an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin Hevseroka rêxistina hilbijartinê ya HDP a Amedê Nevin Yakut Gunay agahî da û got: "Dê di 5'ê hezîranê de bi sed hezaran li Qada Îstasyonê talebên xwe yên demokrasiyê biqêrin. Werin em bi hev re aştiyê biqêrin."
Mitînga 5'ê hezîranê ya HDP'ê ya Amedê ku dê bi duruşma "Dê bi sedhezaran di mitînga jiyana nû de bigihin hev" tê amadekirin hemû amadekarî qediyane. Girêdayî amadekariyên mitînga ku dê li Qada Îstasyonê bê li darxistin Hevseroka rêxistina hilbijartinê ya HDP a Amedê Nevin Yakut Gunay nirxandin kir. Nevîn bilêv kir ku dê mitîng bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş bê lidarxistin, tê payîn ku bi sed hezaran tevlîbinin.
'Emê li qadan demokrasiyê biqêrin'
Nevîn balkişand ser di heman rojê de dê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag tevlî mitînga li Colemêrgê bibe û wiha domand: "Werin em li Qada Îstasyonê ji kêliyên dîrokî re şahidiyê bikin. Werin em di heman kêliyan de hem li Colemêrgê û hem jî li Amedê dakevin qadan. Kî ji çî bawerdike bila bike, lê divê di 5'ê hezîranê de guhdarî nirxandinan bikin. Ji ber peyamên wê rojê bên dayîn giringin divê bên guhdarkirin. Divê em ji yek destî rêvebirina welat re bêjin na û bi hev re jiyana nû avabikin."
(zt)