Hatice Seviptekin: Ji bo tekoşîna li hember çanda tecawîzê divê em li meclisê bin

09:16

JINHA

SÊRT - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Hatice Seviptekin wiha got: "Di nava 3 mehên dawiyê de 3 hevalên me yên jin ji ber zordariya li ser wan dihat kirin nekarî zêdetir xwe li ber bigirin bi întiharê ji jiyanê hatin qetandin. Ji derveyî vê jî li vêderê bi sedan dibe ku bi hezaran jinên ji aliyê polîsan ve hatîn tecawîz kirin, dest danîn ser û îskence kirin hene. Heya niha girêdayî van rewşan tiştek nehatiye kirin. Li hember van hemûyan em dibêjin 'Emê biçin meclisê'."

HDP bi duruşên "Em biçin HDP'ê, Emê biçin meclisê" dest bi xebatên xwe yên hilbijartina 7'ê Hezîranê ya ku bi îfadeya guherîna jiyana gelên li Tirkiyê tê dîtin berdewam dike. Namzeta Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Hatice Seviptekin diyar kir ku ew armanc dikin ku di meclisê de nûneriya jinan bidin avakirin. Hatîce di sala 1977'an de li navçeya Şîrvana Sêrtê hatiye dinê û paşê jî koçî navendê kirine, beşek ji zarokatiya xwe li navendê derbaskiriye. Di salên 1980'an yên bi Darbeya Leşkerî ya ser Tekoşîna Azadiya Kurdan ya nû şîndibû bi kirinên dermirovane berdewam dikir, hemû cîhanê şahidî ji wan demên dijwar yên ku hîna şopên wê nehatine pakirin re dikirin, malbata Hatîce jî para xwe ji zoriyên wê demê girtiye. Hatîce zoriyên wê demê wiha anî ziman: "Di wan salan de li Şîrvanê bi zorê cerdevanî ser gel ferzdikirin. Ji ber ku malbata min xwediyê hişmendiyek di ferqa nasnama xwedebû gelek zorî kişand. Ji bo ku em êdî wan zoriyan nejîn me koçî Edremitan kir. Di aliyê tirkiyê de min zoriyên newekheviyê dîtin. Bi wan zoriyan re min tekoşîna azadiya gelê kurd zêdetir naskir."

'Emê bi ciwanan re pêşeroja azad avabikin'

Hatîce balkişand ser tindî û qirkirinên li Tirkiyê ser jinan berdewam dikin û wiha domand: "Mînak di 3 mehên dawiyê de li Sêrtê 3 jinên bi zora jiyanê ber bi întiharê ve hatin dehfdan û ji jiyanê hatin qetandin. Ji derveyî wan jî bi sedan dibe ku bi hezaran jinên ji aliyê polîsan ve rastî tecawîz, desteser kirin û îskence kirinê hatin hene. Girêdayî van bûyeran heya niha tiştek nehatiye kirin. Heger ku îro jin nikare bi rehetî derkeve bazar, kolan û parqan, bi vîna xwe nikare biçe sînemayê wêdemê em nikarin qala çaxa modern bikin." Hatîce li herêmê ser ciwanan berdewamkirina polîtîkaya tayîbet ya bişaftinê bibîrxist û wiha berdewam kir: "Bitayîbetî em dikarin bi zelalî van li Sêrtê bibînin. Bi polîtîkayên tayîbet madeyên hişber û fihuşê dixe nava bajêr. Ev jî kêmaniya nebûna navendên tayîbet yên ciwanan derdixe pêşiya me. Ciwanên li vêderê şer naxwazin. Berevajî xwendinê û pêşeroja azad dixwazin. Di vê mijarê de bi qasî ji destê me bê emê jî alîkariya ciwanên xwe bikin. Weke mînak divê navendên ciwanan yên ku ciwan xwe têde îfade bikin bên avakirin. Ji bo vekirina van navendan û pêşdebirina xebatên civakî dê hewildanên me çêbibin. Ser vî bingehî ez bang li ciwanan dikim, werin di 7'ê Hezîranê de em bi hev re pêşerojek azad avabikin."


Hatîce destnîşan kir ku di serî de jin gelê Sêrtê di aliyê aboriyê de pirsgirêkan dijîn û wiha dom kir: "Em di ferqa tindiya hikumetê ya ser alîkariya civakî denin. Divê bêyî girêdana ti partiyên siyasî dewlet karên civakî pêşebixe. Ji bo 40-50 lireyan xwe kêm dîtina mirovan bi vî awayî tewir tên nîşandan. Deshilatî weke ku alîkarî dide xwe pê mezin dike. Li cihê wê bila navendên kar vekin. Em cihek wiha yê deshilatî xwe bi dayîna çend lîreyan mezin kirinê naxwazin. Em navendên kar yên ku xizmeta bajar bikin dixwazin. Mînak li Sêrtê fabrîqa nîne. Li gel ku Sêrt di aliyê hilberînê de bajarek li pêşe jî. Bi çêkirina bendavan dixwazin welatê me ziwa bikin. Cihê gundî biçinê nehêlane. Emê li hember van kooperatîfan avabikin. Emê piştî 7'ê Hezîranê bi gelê xwe re bên bahev û ser çareseriyê nêrînan pêşbixin. Emê projeyên ji bo xwe guncaw derxînin. Serokomar tê herêmê vekirinan çêdike, lê gel xwe di wan vekirinan de nabînin. Ji ber projeyek li gora gel li holê nîne. Projeyek yê gel têde bixebite û debara xwe bike nîne."

'Dê girêdayî zimanê dayîkê xebatên me pêşbikevin'

Hatîce bilêv kir ku dema li Sêrtê malbat navên bi zimanê xwe li zarokên xwe dikin xwe şanaz dibînin û wiha got: "Xwedîderketina li zimanê xwe gelek giringe. Di vê mijarê de xebatên me jî hene. Pergala 4+4+4 jiyana zarokên me ya xwendinê parçe dike. Ev pergal tayîbetî jî ji bo zarokên keç ne xwîne tê pêşxistin. Piştî 7'ê Hezîranê dê xebatên me yên ser zimanê dayîkê bên despêkirin."

(zt)