Çilem Oz: Ez bi nasnama xwe ya elewî û jinbûnê di HDP'ê deme
09:14
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Kuçukkeleş Oz diyar kir ku dema ku ew qala tekoşîna jinan dikin ji berxwedana jinan ya dîrokî hêzê digirin. Çilem anî ziman ku her roja diçe HDP mezin dibe û dê dengê Mêrsînê bibe parlementoyê.
Namzeta Parlementera HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Kuçukkeleş Oz ji elewiyên Koçgiriya Sêwasêye. Çilem di nava 8 zarokên malbatê de ya herî biçuke, ji 13 saliya xwe heya niha di nava tevgerên sosyalîst de tekoşînê dike. Çilem ji bo ronîkirina qirkirina elewiyan û jinên elewî di nava xebatên giring dene. Çilem ya ku du salan di TV 10'ê de bernama jinan pêşkêş dikir wiha got: "Ez rojnameger û jinek karmane kurda elewîme." Çilem da zanîn ku ew xwediyê nasnameyek ya li tirkiyê weke yên dinê tê dîtine. Çilem destnîşan kir ku HDP partiya yên weke yên dinê hatîn dîtine, ji ber wê jî di HDP'ê de bûye namzet û wiha got: "Nasnama min ya despêkê jin bûna mine. Em di nava pergalek ya me weke yên dinê dibînin de dijîn."
'Em hêza xwe ji dîroka jinên berxwedêr digirin'
Çilem balkişand ser polîtîkaya AKP'ê ya ser jinan û wiha domand: "Nêrîna dewletê ya li jinên elewî wihaye: ji dema Osmaniyan heya niha gotinek weke 'Mal û jinên gawiran helale' heye. Dema ku em li qirkirinên ser ermenî û elewiyan hatî kirin dinêrin bi giştî li gorî vê gotinê hatine kirin. Di qirkirina elewiyan de êşa herî mezin jinan kişand û bedelên herî giran jî jinan dan. Di qirkirinan de ji bo ku jin neyên tecawîzkirin xwe di zinaran de di avêtin. Jina despêkê peyîva heval xebitandî Zarife ye. Her du bi hev re bûn heval û tekoşînek mezin dan. Jinên wiha bi cesaret û pêşkêş derketine. Ji ber wê jî em hêza xwe ji dîroka jinên berxwedêr digirin."
'Em bi tekoşîna xwe gihane van rojan'
Çilem bilêv kir ku partiyên pergalê pêşengiyê nadin jinan lê HDP'ê li Mêrsînê 5 jin namzet nîşan dane û wiha berdewam kir: "Ji hemû derdoran namzetên jin hene. Di partiya me de nûneriya jin û mêran wekheve. Dibe ku rayagiştî HDP'ê nû nasdike, lê jinên di navê de cîh digirin jinên bi salanin tekoşînê dikin û xwedî kedin. Bi tayîbetî jî pergala hevserokatiyê û nûneriya wekhev berhemê serketinên jinanin. Belê civak pir hînî vê nebûye. Weke ku hinek pêşengiyê didin jinan tê dîtin. Lê ne wihaye. Em weke jin bi tekoşîna xwe gihane van rojan."
'Emê dengê Mêrsînê bibin parlementoyê'
Çilem ji bo avakirin û pêşdeçuna HDP'ê jî wiha dom kir: "Di despêkê de HDP mîna goka berfê bû. Niha ew goka berfê mezin bûye. Em di hemû kolanan de dibînin. Ev rewş vegere dengan, venegere êdî me hev dibihîsin. Berê me li hev guhdar nedikir; ji ber nasnameyên xwe lê niha dengê me gihaye hemû cîhanê. Ev tiştek pir hêvî û hêzê dide. Em di hîzaya çav de siyasetê dikin, gel vê hîs dike. Emê vê goka berfê bigihînin her derê û vê wekheviyê biparêzin. Emê dengê Mêrsînê bigihînin parlementoyê. Em dixwazin hemû gel tayîbetî jî hemû jin alîkariya HDP'ê bikin."
(zt)