HDP'ê dengê demokrasiyê ye
09:11
Zêrîn Kurtay - Rojda Serhed /JINHA
QAMİŞLO - Endamên Rêveberiya Xweser ya Rojavaya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo HDP'ê anîn ziman.
Xebatên hilbijartina 7'ê Hazîranê ya ku wê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistan pêk were bê navber didome. Li gel vê yekê jinên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ligel HDP'ê anîn ziman û gotin: "HDP'ê partiya demokrasî û wekheviyê ye."
Şamîran Şemûn Cîgira Desteya Karên Derve ya Rêvebera Xweseriya Demokratîk a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê, derbarê hilbijartinên ku wê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê pêk were nêrînê xwe anî ziman. Şamîran got: "Li Rojhilata Navîn partiya ku nûnertiya demokrasiyê dike HDP'ê ye. HDP'ê berjiwendiya civak, jin û hemû bawerî diparêze ji ber vê yekê, em jî wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştgirî didin partiya demokratîk HDP'ê. Hêviya serkeftina HDP'ê bilinde. Li her derê ji hemû rengên civakê û bi taybet jin piştgirî dide HDP'ê ev yek serkeftina HDP'ê diyar dike. Encama pêvçûn û serhildana gelen a Rojhilata Navîn wê bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a gela HDP'ê bigê lûtikê û aşîtiyek mayînde pêkbîne."
'Pêwîste hemû jin piştgirî bidin HDP'ê'
Şamîran derbarê namzetên jin de wiha got: "Wek jin em piştgirî didin namzetên jin. Ji bo ku jin azadiya xwe a rêxistinî û civakî bi dest bixe pêwîste piştgirî bide HDP'ê. Bi serkeftina HDP'ê re dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger bibe. Em bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihêştin vê rojê. Ji ber vê yekê pêwîst hemû jin piştgirî bidin HDP'ê û xwedî lê debikevin." Şamîran behsa serkeftina HDP'ê kir û wiha pêde çû: "HDP'ê bi derbaskirina benda hilbijartinê wê Tirkiyê ber bi demokratîk bûyinek mayînde ve bibe. Bi avakirina Sîstema Xweser a demokratîk her kes dikare bi vînê xwe başdar bibe. Li Rojavaya Kurdistanê her çiqas zehmetî hebe jî ew sîstem hêdî hêdî rûdine û hemû rengê civakê nûnertiya xwe dike. Gelê kurd xwedî dîrokek kevnare ji ber wê di dîrokê de tecrûbeyên wê ên jiyana demokrasî avakirin û xwe bi aweyek xwezayî rêve birin heye. Em ji ber vê yekê bi HDP'ê hêvîne û serkeftinê dixwezin."
Seroka Desteya Aborî û Rêvebira Yekîtiya Jinên Sûryanî a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîra Rojavaya Kurdistanê Sîhem Qeryo derbarê hilbijartinên ku wê li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê pêk were axivî. Sîhem got: "Em wek jinên Sûryanî ya Kantona Cizîrê piştgiriyê didin partiya demokrasiyê HDP'ê û em serkeftinê dixwezin. Jiyana hevpar û komînal çewan ku li Rojavayê Kurdistanê hat rûnişkandin, dê li Tirkiyê bi pêşengtiya HDP'ê û piştgiriya gelen bi serbikeve. Li Rojava em gav bi gav fêrî gelek tişt bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe a jiyanê rê li ber me kir û êdî pratîka jiyanê li ser têkoşîna me dimîne. Em wek gelê Sûryanî li gel HDP'ê ne û heya serkeftina HDP'ê emê piştgiriya xwe bidomînin."
(rc)