Fîgen: Ger ev gel pişta xwe nede te dê çî bike

16:57

JINHA

AGIRÎ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga partiya xwe ya Agiriyê de axivî û bertek nîşanî Serokomar Erdogan ê ku HDP'ê hedef digire da û wiha got: "Ger ev gel pişta xwe nede te wê çi bike. Em ê her tim pişta xwe bidin vî serokkomarî. Vî gelî pişta xwe da Erdogan û AKP'ê berê xwe da HDP'ê. Rûyê xwe ji jiyana nû re zivirand." Yuksekdag da zanîn ku gelê Agiriyê bi hilbijartinên heremî yên du caran û provokasyona Giyadînê du caran dersan dan AKP'ê û wê di 7'ê Hezîranê de jî dersa sêyemîn bide AKP'ê."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di mîtînga partiya xwe ya li Agiriyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li dar xist axivî. Fîgen piştî axaftina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek derket ser dikê û rastî eleqeya gel a bi coş hat. Yuksekdag axaftina xwe bi silavkirina hûn hemû bi xêr hatin kir. Fîgen diyar kir ku Agirî ji bo mirovahiya mezin bang dike û gelê Agiriyê demek berê qehremanî pêk anî û pêşî li provokasyoneke mezin girt. Fîgen anî ziman ku ew nirxên xwe yên mezin ber bi paşerojê ve bibin û wiha got: "Wê roja jiyana nû ji nû ve derkeve. Dema ku em ketin rê me got 'Mirovahiya Mezin' Ev jî ji Agiriyê derket. Gelê Agiriyê bersiveke baş da desthilatdariya ku dixwaze serdestiya xwe bide berdewamkirin."

'Arigî mirovbûn hînî deshilatiyê kir'

Fîgen da zanin ku gelê Agiriyê destûr neda provokasyonên qirêj ên dewletê û wiha axivî: "Zarokên me li Tendûrekê ji bo azadiyê şehîd ketin. Em ê ti caran şehîdên xwe ji bîr nekin. Agirî wê derseke mezin bide AKP'ê. Agirî bajarekî bi nirx e. Êdî hemû gelê Tirkiyeyê dizane ku gelê Agiriyê girîngiyeke çiqas mezin dide pêvajoya aştiyê. Agirî deng dide dengê Tirkiyeyê. Ez bawerim wê di 7'ê Hezîranê de gelê Agiriyê deriyê banga azadiyê veke. Her kes vê yekê baş dibîne. Dixwazin pêşiya meşa me bigirin lê belê ji AKP'ê re derbasbûyî be. Me soz daye hûn ê di bin enqazê de bimînin. Em ê vê sozê di 7'ê Hezîranê de pêk bînin"

'Şehîdên mirovahiya mezin ticar nayên ji bîrkirin'

Fîgen bilêv kir ku AKP dixwaze li her derê şer pêk bê, lê ew ê li derê li dijî şer derkevin û ji bo serketin û azadiyê bixebitin. Fîgen destnîşan kir ku wê di 7'ê Hezîranê de mîladekê pêk bînin û wiha pê de çû: "Di hilbijartina şaredariyê de ji AKP'ê re bû derd.Gelek dixwestin lê dîsa jî bi ser neketin. 15 caran sindoq hatin hejmartin lê dîsa jî bi ser neketin. Ev li gelê Agiriyê heqaret e. Lê belê Agiriyê destûr neda vê yekê. Gelê me dersek baş da lê ji wan re kêm hat. Bi provokasyona ku xwestin pêk bînin dersa duyemîn girtin. Dersa sêyemîn jî gelê Agiriyê di 7'ê Hezîranê de pêk bîne. Wê gelê Agiriyê AKP'ê ji Agiriyê paqij bike. Em ê bikin 4-0. Wê hilbijartin ji bo Agiriyê jî bibe mîlad û em ê dawiyê li desthilatdariyê bînin."

Fîgen derbirî kir ku hikûmetê heya niha ji bi ti awayî xizmet û razemenî jî Agiriyê re nekiriye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez li hemû Tirkiyeyê geriyam, min welatiyên Agiriyê dîtin û bi hêviya Xwedê wê roj ji bo me hilê û gel vegere ser axa xwe. Li Agiriyê ax talan kirin û sewal kuştin. Bi ti awayî nahêlin gel ji xwe re hilberînê bike. Xwestin gelê Agiriyê muxtacî xwe bikin. Lê belê gelê Agiriyê destûr neda vê yekê. Em ê gelê Agiriyê muxtacî nemerdan nekin. Dibêjin her der a me ye, lê ti xizmetekê ji gel re nakin. Hemû qadên jiyanê ji gel re girtin. Partiya siyasî ji şer wêdetir tiştek nizane."

'Dê 7'ê Hezîranê roj ji bo me hilbê'

Fîgen diyar kir ku li pêşberî wan hişmendiya ku gelê ji bo desthilatdariya xwe feda dike heye û wiha got: "Em ê jî heya dawiyê li hemberî vê yekê têbikoşîn û em ê di 7'ê Hezîranê de jiyaneke nû ava bikin. Serokkomar wek serokê gişti yê AKP'ê tevdigere û ji AKP'ê re deng dixwaze û dibêje divê ku HDP di bin bendê de bimîne. Wê hesabên wan bê encam bimînin. Wê lehiya gel bendê derbas bike. Em ê ne tenê benda pêşiya xwe hilweşînin em ê hemû bendên ku li pêşiya gelê me dibin asteng hilweşînin. Serokomar wisa xwe winda kiriye ku li Îdirê heqaretê li jinên me dike. Serokomarekî ku heqaretê li jinan bike ew nabe serokkomarê me. Ger ev gel pişta xwe nede te wê çi bike. Ji ber ku ti aştiyê qetil dikî, Kurdan dikujî, dixwazî HDP'ê di bin bendê de bihêle gel pişta xwe didê. Gel berê xwe daye HDP'ê. Baweriya gel bi dizan nayê. Wê di 7'ê Hezîranê de gel qezenç bike. Silav ji wan jinên ku pişta xwe dan serokkomar. Ger gel pişta xwe neda wî ev qas aciz nedibû. Em ê derseke din bidin AKP'ê. Em ê dawiya siyaseta qirêj bînin. Êdî ti koz di destê wan de nemane."

Fîgen got ku temînata aştî, azadî û demokrasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: "Birêz Ocalan ev yek emanetê me kiriye em ê jî pêk bînin. Bi heramxwarinê ku evqas dewlemend bûne. Partiyeke siyasî ku heramiyê dike wê çawa dersê bide gel. Wê gel 7'ê Hezîranê pêşiya van qirêjiyê bigire. Yekî AKP'î di Şeva Beratê de dûa dike û dibêje 'Ya Rebbî ti HDP'ê di bin bendê de bihêlî.' Em jî dûa dikin ku Xwedê aqil bide AKP'ê. Di van rojên dawî de çavên xwe baş vekin. Ji ber ku ew ê disa her tiştî bikin. Gef li we dixwin ku hûn dengê xwe nedin me. Dibêjin ger ku hûn dengê xwe bidin me ew ê ceyrana we qut bikin. Ger hûn ceyrana me qut bikin wê ampûlên we jî biteqin. Divê trafo bên parastin. Di 7'ê Hezîranê de gelê Agiriyê û em ê qezenc bikin."

(zt)