Ji Mala Jin ya Qamişlo banga piştgiriya HDP'ê

12:46

JINHA

QAMÎŞLO - Jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê li Bakurê Kurdistanê piştgiriya xwe anîn ziman û banga piştgiriyê li her kesî kirin.

'Serkeftina HDP'ê azadiya Rêber Apo misoger dike'

Endama Rêvebiriya Mala Jin ya bajarê Qamişlo yê Nafiya Esaad di derbarê hilbijartinên 7'ê Hezîranê a ku wê li Tirkiyê pêk were axivî û diyar kir ku, serkeftina HDP'ê wê azadiya Rêber Apo û aşîtiyê bîne Rojhilata navîn. Nafiya got: "Em weke Navenda Mala Jin niha karê dikeve ser milê me, em dikin û hêviya me a serkeftina HDP'ê jî bilinde. Pêwîste wek gel em piştgirî û piştevaniya xwe tu car ya gel hev kêm nekin. Serkeftina HDP'ê û namzetên Parlementeriya jin yên HDP'ê tê wateya hildana tola jinên Şengal û Kobanê û tevahî jinane. HDP'ê rêxistina jinaye, di nava HDP'ê de jin dikare bi nasname û bi hebûna xwe, xwe îfade bike û xwe ji pençê koletiyê rizgar bike.

'Serkeftina jinên HDP'ê serkeftina tevahî jinan e'

Endama Mala Jin Nîzam Nûrî wiha peyivî: ''Serkeftina HDP'ê serkeftina hemû pêkhateyên cîhanê ye. Ji bo vê yekê hêviya me ew e ku gel û jinên li Tirkiyê dijî xwedî li dengê xwe derbikevin. Serkeftina HDP'ê dê azadiyê gelen bi dest bixe. Li Rojava berxwedane û li Bakûr jî serhildane, ji bo vê yekê jî divê gelê kurd xwadî li namzetên HDP'ê derbikevin. Tevahî jin êşên azadiyê dikêşin, ji ber vê yekê em dibêjin azadiya me wê bi dengê me bi serbikeve. Emê dev ji têkoşîna xwe bernedin û emê şopdarê felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin."

(zk/rc)