Ronahî Serhat: Dê jin bendê bi erdê ve bikin yek

10:36

JINHA

BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, hilbijartinên 7'ê Hezîranê û êrîşên faşîzan ên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî HDP'ê nirxand û got: "Bi taybetî ji bo jinan ev hilbijartin xwedî girîngiyeke cuda ye. Ji ber vê yekê, jin vê carê hem ji bo hilweşandina bendên dewletê daniye pêşiya jinan, hem jî bi hilweşandina nêzîkatiyên lîberal ên weke kotayê, ji bo wekheviya tam, demokrasiya tam, azadiya tam dikevin hilbijartinan."

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat diyar kir ku jin, gel, bi taybetî jî gelê Kurd û gelên bindest her sal têkoşîneke dijwar dimeşînin û destnîşan kir ku sala 2015'an jî ji têkoşîneke bi vî rengî pêk tê. Ronahî anî ziman ku sîstemeke serdest a zordar derketiye pêşberî civakê û jin û hemû gel jî têkoşîna xwe ya maf û azadiyan heta niha bi ruh, performans û vîneke bilind ev 40 sal in tê meşandin û got, "Lewma wê sala 2015'an bibe saleke serketin û azadiyê. Ji bo jinan wê sedsala 21'an bibe sala tacîdarkirina bi azadiyê re. Berxwedana Kobanê ev yek nîşan daye. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de jinên li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê rabûne ser piyan, ev yek nîşan dane."

Ronahî da xuyakirin ku HDP di şert û mercên asayî de bi pêşbirkeke demokratîk re rû bi rû nîne û diyar kir ku Kurdistan di statuya mêtîngeriyê de ye, di heman demê de gelê Tirkiyeyê jî bi zext û şîdetê re rû bi rû ne. Ronahî destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê bi mercên newekhev û sendroma şer giraniyê dide ser van hlibijartinan, bi hemû derfetên dewletê re ji bo hilbijartinan sabote bike, vîna gel bişikîne, gel ji rêya xwe vegerîne û careke din sîstema zext û zordariyê serdest bike, bi berfirehî têdikoşe û got, "Her wiha faşîzma sivîl a weke HUDA-PAR'ê bikar tîne. Ev hilbijartineke welê ye ku li her qadên xebatên hilbijartinê, propaganda hilbijartinê lê tê meşandin, xebatkarên HDP'ê li êrîşê rast tên. Ev rewş nîşan dide ku ev yek nuqteya şikestina faşîzmê ye. Ji niha ve serketiyê vê hilbijartinê diyar e. Serketiyê hilbijartinê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û jinên ji van re pêşengiyê dikin e" û destnîşan kir ku ji ber vê yekê, ji niha ve gelê Kurd dikare serketina xwe pîroz bike.

'Jin bi îdiaya azadiyê ketine nava xebatên hilbijartinê'

Ronahî da zanîn ku ji bo afirandina jiyaneke nû û avakirina sîstemeke demokratîk, hilbijartinên 7'ê Hezîranê gelekî stratejîk in û anî ziman ku gel jî bi vê têgihiştinê, heta niha xebat meşandiye. Ronahî diyar kir ku gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû hindikahî, bawerî û mezhebên xerîb hatine dîtin xwedî kevneşopiyeke bingehîn a demokrasî û azadiyê ne û got, "Bi taybetî ji bo jinan ev hilbijartin xwedî girîngiyeke cuda ye. Ji ber vê yekê, jin vê carê hem ji bo hilweşandina bendên dewletê daniye pêşiya jinan, hem jî bi hilweşandina nêzîkatiyên lîberal ên weke kotayê, ji bo wekheviya tam, demokrasiya tam, azadiya tam dikevin hilbijartinan. Em hemû namzetên hatine diyarkirin û gelê xwe yê ji bo hilbijartinan seferber bûye, pîroz dikin. Bê guman çanda jiyana bi hev re ya li ser vê xakê gelekî pêşketî û dewlemend e."

'Dema mêtîngeriya gelan bi dawî bûye'

Ronahî bi nîşandana mînakên Tendurek û Geverê diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê dixwaze bi êrîşan re şer dijwar bike û anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê ya xwe ji şer xwedî dike, êdî nikare siyaseta xwe ya neteweperestî, olperestî û zayendîperestiyeke sexte bimeşîne û wiha berdewam kir: "Dema talankirina gel êdî qediya ye. Gel êdî zane bûye. Di vê hilbijartinê de, li sindoqan wê vê rêveçûnê bisekinîne."

Bang li gelê Serhedê kir

Rohanî da xuyakirin ku ji bo dengdayînê hînê wext heye, ew hêvîdar e di nava vê demê de bi hemû derdorên têkilî nehatiye danîn danûstandin bê kirin û ev bang li gel kir: "Li ser vê bingehê ez dixwazim di serî de bang li gelê Serhedê bikim. Gelê me yê Agirî, Qers, Erzîrom, Mûş, Îdir, Çewlik û tevahiya gelê me yê li Serhedê ji ber xebatên meşandiye pîroz dikim, di heman demê de ji wan re serketinê dixwazim. Bê guman dewlet bi polîtîkayên taybet nêzî gelê Serhedê dibe. Mîna ku di hilbijartinên li Agirî de jî hat dîtin, têkoşîneke dijwar hat meşanadin. 80 salên Tirkiyeyê, dîroka mêtîngerî, înkar û tinekirinê ye. Dîroka zext û zordariyê ye. Ji ber vê yekê, bi vê hilbijartinê re demokrasî di devê gur de ye. Ev zîhniyetê bûye cinawir, destekê dide faşîzma DAIŞ'ê, xwe ji mêtîngerî û şîdetê xurt dike, gelan ji hev dûr dixîne û li hemberî hev radike, êdî îflas kiriye, tesfiye bûye û ala vê tesfiyeyê jî wê gel di sindoqên hilbijartinê de nîşan bide."

'Em tekoşîna jinan ya demokrasiyê silav dikin'

Ronahî anî ziman ku sala 2015'an wê ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bibe saleke serketin û demokrasiyê û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de wê deriyê demokrasiyê li Rojhilata Navîn jî veke, ji bo avakirina demokrasiyê û guhertina çarenûsa gelan hilbijartinên 2015'an stratejîk e. Ronahî diyar kir ku sîstema konfederal a demokratîk, li ser bingeha azadiya jinê, li ser bingeha avakirina jiyaneke wekhev, demokratîk û hevpar a gelan wê rê li ber destpêkeke nû veke û dom kir, "Ji niha ve li ser navê PAJK'ê em hemû namzetan silav dikin. Em têkoşîna demokrasiyê ya hemû jinan silav dikin û meşa azadiyê ya Tirkmen, Azerî, Ereb, Suryanî, Ermenî û hemû gelên din ên li dijî zextan serî netewandin, berevajî eniya demokrasiyê xurt kirin, silav dikin."

(zt)