Nursel Demir: Em ne mecbûrin firaq û cilên cîhanê ên qirêj bişon
10:35
Fîlîz Zeyrek /JINHA
EDENE - Namzetê parlementeriya HDP'ê ya Mêrsînê Nursel Demîr diyar kir ku HDP'ê partiyek ya jina ye û got: "Em ne mecbûrin firaq û cilên qirêj ên cîhanê bişon. Feresetê ku tenê li ser keda jin bimeşê em napejrînin. Bi mekanîzma ya pakêtên alîkariyê an bi pereyên ku zarok pê tê xapandin jin pê tehdît kirin emê ne pejrînin."
HDP'ê bi durişmeya 'Emê herin Meclîsê' xebatên hilbijartinê bê navber bi lezgînî didome. Namzeta parlementeriya HDP'ê ya Mêrsînê Nursel Demîr ku li Zanîngeha Anadolyê ji beşa Têkiliya Gel mezûn bûye, li Mêrsînê bi hilbijêran re civîn pêktîne. Nursel polîtîkaya jin a HDP'ê nirxand û wiha got: "Ji felsefeya min a jiyanê re ya herî nêz partiya HDP'ê ye. Ji ber vê yekê ez difirim ku emê di nava HDP'ê de kêfxweştir bibin. Helwestên partiyên din ên siyasî, pêşeroja xwe jî bi vê helwestê diyar kirin ji ber vê yekê ne mûmkine ji vir û pêde ez helwesta wan bipejrînim. Armanca min a tevlîbûna HDP'ê de ne tenê ji bo ku bibim parlement û cihê xwe li meclîsê bigrim, eger HDP'ê banda hilbijartinê derbasbike dê pergalê berê hilweşîne û dê aramî di nava gel de pêşbikeve."
'HDP'ê partiya jinaye'
Nursel anî ziman ku ew salên dirêj di nava tevgera jinde xebat bi rêve biriye û ji bo ku dawî li tundiya ser jin were têkoşîn daye meşandin. Nursel destnîşan kir ku di dema hikûmeta AKP'ê de tundî û kuştina jinan ji sedî hezar û 400 zêdetir bûye û ji ber ku gotin û helwesta wan li hember vê rastiyê heye ew bu namzetê HDP'ê. Nursel got: "Em wek jin nîvê civakêne lê em dibînin ku nûnertiya jin nayê kirin. Pergala desthilatdar jin ji civakê qutdike û davêje. Em li hember gotina 'Jina malêye' ne. Jin ne jina malê ye, di malek de berpirsyartiya ku dikeve ser milê ferdek çibe ya jin jî ewe. Emê wek HDP'ê li dijî feraseta ku AKP'ê avakiriye derbikevin û têbikoşin."
'Li Mêrsînê gelek kar hene divê were kirin'
Nursel bal kişand ser durişmeya HDP'ê ya "Em û HDP'ê biçin Meclîsê" û anî ziman ku di nava vê durişmeyê de renglibûna gelen û jinan diyar dike. Nursel wiha domkir: "Dengvedanê Mêrsîn bi bingeha xwe a kozmopoliyê û cînayeta jinan ve encamek xeternak dide mirov. Li vir di karên demsalî de herî zêde jin cihê xwe digre û rastî tundiyê tê. Jin hem bi erzanî tê xebitandin hem jî li her qadê jiyanê rastî tundiyê tê. Li vî bajarî gelek kar pêwîste bê kirin. Li hember tundî û bindest kirina jinan pêwîste em alternatîf avabikin. Ji bo ku ev yek pêk bê Meclîs yek ji bingehên serekene û ji ber vê yekê em têkoşîna bandê derbaskirinê didin"
'Em bingehek ku jin li ser bi hêzbibe dipejrînin'
Nursel bi lêvkir ku jin li her qadê jiyanê tê bindest kirin û rastî tundiyê tê û wiha dom kir: "Ji bona ku em jin ji vê rewşê derînin pêwîste mafê jinan di zagonên bingehîn de cih bigre. Em dixwezin profîla jinek ku ne girêdayî mêrek be û di warê zagonî de ew girêdayî gelemperiya qadan be avabikin. Em wek HDP'ê di warê ewlekariya jin a civakî de guhartin çêbikin û hinek maddeyên bingehîn diyar bikin. Yek ji van maddan, maaş ji jinan re were girêdan û li taxan kreş bên vekirin û her wiha navendên pîran xwedî kirin, avakirine. Em ne mecbûrin firaq û cilên qirêj ên cîhanê bişon. Bi mekanîzma ya pakêtên alîkariyê an bi pereyên ku zarok pê tê xapandin jin pê tehdît kirin emê ne pejrînin."
(rc)