Li İzmirê xebatkarên dildar 'Hewla Deng Bidin HDP'ê' vekirin
09:32
Ceren Karlıdag/JINHA
İZMİR - Kesên bê alî li Îzmîrê 'Hewla Deng Bidin HDP'ê' vekirine û xebatên hilbijartinê didomînin. Ji endamên hewlê Nermîn Sevim diyar kir ku dê di 3'ê yê Hezîranê de bi beşdariya parlementerên HDP'ê yên Îzmîrê forima gel vekin ji bo beşdariyê banga tevlîbûnê kir.
HDP ya ku bi duruşmên "Emê biçin meclisê" û "Emê bi hev re jiyana nû avabikin" xebatên hilbijartinê berdewam dike hema ji her kesîman alîkarî tê dayîn. Di nava van kesiman de ya herî balkêş jî alîkariya ji yên ti girêdana wan bi HDP'ê re neyî têne. Yek ji wan xebatan jî li sê herêmên Stenbolê, Bursa û Îzmîrê vekirina "Hewlên Deng Bidin HDP'ê" vekirine. Aktîvîsta Hewlê Nermin Sevim xebatên xwe yên li Îzmîrê nirxand.
'Ji bo ku hemû partiyên muxalîf yên bin bendê de dimînin bendê derbaskin...'
Nermîn anî ziman ku wan beriya 3 mehan dest bi xebatên xwe kirine, hevalên wan yên xebatê kesên ku qet ti girêdana wan bi HDP'ê re neyînin û wiha domand: "Em kesên ti girêdana me bi HDP'ê re neyînin. Em tenê ji bo ku HDP bendê derbaske dixebitin. Ji ber wê jî ji bo ku HDP bendê derbaske me têkelek ji hemû sazumaniyên muxalif yên dibin bendê de dimînin çêkiriye."
'Mijara Tirkiye bûna HDP'ê me hemûyan têkildar dike'
Nermîn bilêv kir ku bingeha vê têkelê ji Berxwedana Geziyê tê û wiha berdewam kir: "Ev pêşdeçunek gelek bedewe. Xebatên me jî pir baş berdewam dike. Standên me vekirîne, me belavok belav kirine. Emê formek ya ku parlementerên HDP'ê jî beşdarbibin lidarbixin." Nermîn destnîşan kir ku ew bi tayîbetî jî li deverên ku Tevgera Azadiya Kurdan lê pir ne zindiye ew li wan deveran xebatên xwe berdewam dikin û wiha dom kir: "Mijara Tirkiyebûna HDP'ê me hemûyan eleqeder dike. Di vê xalê de em hewildidin rayagiştî di vê mijarê de baldar bikin. Heya niha em rastî bertekên nerênî nehatine. Heta ji derveyî kurdan kesîmên dinê xebatên HDP'ê kirin pir balkêş tê dîtin. AKP berdewama zagonên 12'ê Îlonêye. Hemû kesîmên ne alîgirên dewletêne bila bên dibin banê HDP'ê de birêxistin bibin. Dibe ku di hilbijartinê de em ji sedî 12 bigirin, lê ji bo pêşerojek ronî ev gavek giringe. Piştî Geziyê rêxistina azad zêdetir bala me dikişe. Ez difikirim ku ev têkelane dê zêdetir bi başî derbasbibe."
Di dawiyê de Nermîn anî ziman ku ew ji bo 3'ê yê Hezîranê roja çarşemê saet di 19.30'an de li Parqa Buca Kiz Kulesi bi tevlîbûna parlementerê HDP'ê Ertugrul Kurkçu û Zeki Gul her kesê vedixwînin foruma gel.
(zt)