Jinên kurd banga alîkariya HDP'ê li jinên Tirkiyê kirin
09:27
Vildan Atmaca/JINHA
WAN - Jinên ku di şerê 40 salin li herêmê berdewam dike de zarokên xwe windakirine bang li jinên Tirkiyê kirin û gotin: "Ji bîr nekin her dengên ku hun bidin AKP'ê dê bibe gule li hember leşker, gerilla û hemû kesên li kolanan bên xebitinadin."
Ji hilbijartinê re hefteyek maye, gelek kesîmên cuda bêdengiya xwe xira dike. Jinên Wanê yên ku di şerê 40 salin li herêmê berdewam dikin de zarokên xwe winda kirine hem rengê dengên xwe diyar kirin û hem jî ji bo yên alîgirê aştî û demokrasiyê piştevaniya dengan xwestin. Jinan destnîşan kirin ku ji dema AKP hatî ser deshilatiyê heya niha her dem ew bi hêviya dê şer bidawî bike nêzbûnê lê li peyî her hêviyên wan cenaze hatine û ew bûne mexdurên êşan. Jinan bang li jinên Tirkiyê kirin û dan zanîn ku her dengên ku hun bindin AKP'ê dê bibin gule li hember leşker, gerilla û her kesên li kolanan bên xebitandin.
'Nebêjin nabe, hele HDP'ê bi ceribînin'
Ji jinên ku ji bo rawestandina şer bang li gelê Kurdistan û Tirkiyê kirîn Muzeyyen Butune. Muzeyyen bang li hemû dayîkên ku kezebên wan şewitiyîn kirin ji bo hilweşandina bendê tevbigerin û wiha axivî: "Bi salane em kurd li hember yên zarokên me qetildikinin. Bila êdî cigerê dayîkan ne şewite. Werin em li xwe, nasnam, ziman, gerila, şehîd, girtiyên xwe û Rêberê xwe Abdullah Ocalan xwedî derkevin." Muzeyyen bilêv kir ku tirsan wan ji wê ye piştî hilbijartinan cardin AKP bê ser deshilatiyê û wiha domand: "Hîna çend roj mane ji hilbijartinê re leşker û polîsên AKP'ê Erdîş girtine bin dopêçê. Her şev ser malan de digirin û gelekan digirin binçavan. Em dibin mexdurê OHAL a berê dihat îlankirin. Heger îro vê dike, dê piştî hilbijartinê çî bike êdî hun bifikirin. Her dayîk dilê wê ji bo zarokên wê dişewite. Ez li vêderê weke dayîkekê bawerdikim ku HDP dê ji bo aştî û wekheviyê xizmetê bike. Werin nebêjin nabe vêcarê HDP'ê biceribînin."
'Werin ji bo rawestandina şerê qirêj em alîkariya HDP'ê bikin'
Haylaz Keserciya ku di hilbijartinê de alîkariya HDP'ê dike jî bang li kurdên nava AKP'ê kir û got: "Werin xwe jî gelê me jî mehf nekin, li nik gelê xwe cîh bigirin." Haylaz bi destê xwe girtina Qurana Kerim ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî rexne kir û wiha domand: "Serokê Îraqê Saddam Huseyîn jî Qurana Kerim dixist destê xwe û bi wê dixwest gel bixapîne. Ti ferqa Erdogan ji hîlebazan nîne. Hîlebaz tenê xwe difikirin, di dema hîlan de dê ziyan bigihe kê ser wê na fikirin. Bi giştî ser xwe difikirin."
'Qatîlên keça min hemû kesên bê baldarî nêzî şer dibinin'
Zerif Ergun ya ku keça xwe ya di nava refên YPJ'ê de di şerek yê herêma Kobanê de winda kirî jî bi van gotinan bertekên xwe anî ziman: "Em mezarê zarokên xwe jî nizanin. AKP û yên alîkarî didin AKP'ê qatîlên hemû zarokên me yên di vî şerî de hatine qetilirinin. Cenazê keça min jî nehat. Keça min ji bo nekeve destê çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî lidarxist. Ev şer bi salane berdewam dike. Di vî şerî de gelek dayîkên weke min zarokên xwe winda kirin. Hîna jî Serokomar dibêje 'pirsgirêka kurdan nîne.' Qatîlê keça min û hemû hevalên keçamin yên di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane AKP û yên ji hişmendiya AKP'ê bawer dikinin. Qatîlên keça min hemû kesên li hember vî şerî bê baldarî dimînin in. Ezê di axretê de dewaciyê her kesên ku di vê hilbijartinê de deng bidin AKP'ê bim."
Fatma Keser jî bilêv kir ku zarokên wan ji ber ku tindiya heyî nekarîn êdî li hember xwe ragirin, ji ber wê jî berê xwe dan rêya çiyan û wiha berdewam kir: "HDP vîna me yên kezepşewiti ya siyasiye. HDP aştî û wekheviye. Dayîk, bav, bira herkes kêm jî be hinek êşa me hîs bikin û vê carê şansekê bidin HDP'ê."
(zt)