KJA: Emê li hember Provokasyonan baldarbin
14:45
JINHA
AMED - KJA yê ji bo provakasyona Gêlê daxuyanî da û got: "Ji bo ku êşên nû tevlî êşên dayîkan nebin em bi baldarî di pêjavoya hilbijartinê de tevdigerin."
Têkela Kongra Jinên Azad (KJA) yê ya navçeya Gêlê ya Amedê ji bo ewlehiya hilbijaretinê û pêşketina provakasyonên dema dawiyê li ber avahiya DBP a navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka DBP a Gêlê Hatîce Bekil diyar kir ku di şer de êşên herî mezin jinan kişandiye li gel wê jî ji bo aştiyî û aramiyek mayînde cardin fedekariya herî mezin jin dikin.
Hatîce anî ziman ku ew di ferqa lîstokên hêzên tariyên pêvajoya hilbijartinê denin û wiha domand: "Me ticarî serî li şidetê nedayiye. Buyera li Hezexê pêkhat em gelek êşandin. Lê divê êş ticarî nebin sedema jiyandina êşêndin. Li Farqînê jî hinek hêzan hevalên me yên jin hedef girtin. Ev êrîşane ji bo me gelek manîdarin, li aliyekê lîstokên hêzên tarî û li aliyê dinê jî sepandina deshilatiya serdest ser jinan berdewamin."
Hatîce bilêv kir ku dê weke KJA bi parasina cewherî li hember êrîşan bisekinin û wiha berdewam kir: "Ji bo êş tevlî êşa dayîkan nebe emê bi baldarî tevbigerin."
(zt)