Armanca namzetên HDP'ê ya despêkê avakirina 'Wezareta Jinane'

10:19

JINHA

STENBOL - Namzetên Parlementerên Jin yên HDP'ê diyar kirin ku di aliyê aştî û wekheviyê de dê tekoşînê bilind bikin û ji bo avakirina Wezareta Jinan di meclisê de çî ji destê wan tê dê bikin.

Namzetên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê Hulya Îmak û Meliha Varişli jinên kurd di dîroka tekoşîna jinan de cihek giring girtine û gotin: "Pirsgirêka jinan gerduniye. Ji bo avakirina wezareta jinan çî ji destê me bê emê li meclisê bikin."

'Diyalogên bi gel re ji bo pêşerojê bandorên erênî dihêle'

Namzeta Herêma 3'emîn ya HDP'ê ya Stenbolê Hulya Îmak anî ziman ku di pêvajoya hilbijartinê de wan diyalogên baş bi gel re çêkirine û wiha domand: "Em vê nûneriya wekhev weke çareseriya pirsgirêkên jinan û talebên wan digirin dest. Beriya her tiştî namzetên jin ji kevneşopiyek ya tekoşîna jinan tên. Ji ber wê jî kîjan jin li ku çî pirsgirêkan dijîn ser bê sekinandin û çareserkirin."

'Azadiya jinan bi rêxistinkirinê gengaze'

Namzeta Herêma 2'emîn ya HDP'ê ya Stenbolê Meliha Varişli jî balkişand ser zoriyên tevgera kurdan ya siyasî û wiha got: "Ji ber nebûna televizyona me, me hewildida bi videoyan û şanoyan em rastiya xwe, çanda, zimanê xwe û weke gel hebûna xwe dida nasîn. Weke jin hijmara me gelek kêmbû. Niha dema ku em dinêrin em gihane milyonan. Bi tekoşîna xwe me ji bo jinên Tirkiyê û cîhanê bûn mînak. Di demên dawiyê de mirov jinên kurd ji bo xwe mînak nîşan didin û dadikevin kolanan. Ev di civaka Tirkiyê de jî hat dîtin. Niha li Deriyareş li hember HES an dengê xwe bilind dikin, lê berê wiha nebû. Berê dewletê çî digot ew bû, lê niha li ser her tiştî lêpirsînê dikin."

Meliha anî ziman ku her roj pênc jin tên qetilkirin û di her malan de jin şidetê dibînin û wiha berdewam kir: "Gotinek ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye dibêje: 'Azadiya jinan tenê bi hêza wan ya rêxistinkirî gengaze.' Dibe ku bavê we û hevserê we mirovên herî demokratên cîhanê bin, lê ji bîrnekin dê ji we maf bigirin ne bidin. Ji ber wê jî pêdivî bi rêxistinkirina jinan heye. Ji ber wê jî rizgariya jinan bi hêza jinan ya rêxistinkirî gengaze. Bi berxedanê em bi hişmendî bûn. Emê bi berxwedanê ser jî kevin."

Meliha bilêv kir ku pêdivî bi avakirina Wezareta Jinan heye û wiha dom kir: "Pirsgirêka jinan gerduniye. Dema ku em ketin meclisê karê me yê despêkê guherîna zagona ne demokratîke. Ji ber di vê zagona heyî de jin nîne. Ji bo guherîna van hemûyan divê HDP têkeve meclisê. Ji ber HDP hêviya gelek."

(zt)