Em dê tundiya li ser jinê bibin meclisê

09:26

Vîldan Atmaca /JINHA

WAN - Namzeta HDP'ê ya Wanê Yurdusev Ozsekmenler diyar kir ku piştî hikûmeta AKP'ê bû îxtîdar û şûnde tundiya li ser jinê zêdetir bû û ger ku ew biçin meclîsê dê tundiya li ser jinê bibin meclîsê û li meclîsê çareser bikin.

HDP yekem car bi navê xwe dikeve hilbijartinê û amadekariya meclisê dike. Li ser rêgeza wekheviya nûnertiyê ji 550 namzetan 268 namzet jin nîşan dan û ji sedî 48 rêjeya namzetên jin ket hilbijartinê. HDP bi şîara "Jiyana Nû" û banga "Mirovahiya Mezin" diçe meclisê. Ji ber ku zêde girîngiyê dide maf û azadiya jinê wekî partiya jinê tê pênasekirin. Ji ber projeyên HDP'ê yên der barê jinê û jiyana nû ji aliyê jinê û tevahiya civakê ve rastî eleqeyek mezin tê. Jin jî bi hevî û baweriya ku HDP pirsgirêkên wan bibe li meclisê çareser bike piştgiriyek mezin didin HDP'ê. HDP'ê li Wanê jî 8 namzet nîşan da û ji van 4 namzetên jin in. Yek ji namzetên jin Yurdusev Ozsekmenler e. Ozsokmenler di rêza 3'emîn de cih digire. Yurdusev, di sala 1952'an de li Çanakkale ji dayik bû û Beşa Antropolojiya Civakî ya Zanîngeha Stenbolê xelas kir. Di salên zanîngehê de tev li têkoşîna şoreşê bû. Di sala 1980'an de ji ber darbeya leşkerî hat girtin û 6 salan girtî ma.

Piştî ji girtîgehê serbest hat berdan. Di Rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi rojnamegeriyê kir. Piştre du salan di çapemeniya KESK'ê de cih girt. Di sala 2004'an de Şaredariya Rezan a Amedê kir. 5 salan şaredarî kir û di gelek xebatên jinan de çalak cih girt. Di Sazîbûna HDP-HDK'ê de cih girt. Yurdusev, anî ziman ku ji ber HDP xweserî, maf û azadiya ziman, nasname, bawerî û rengên cudahiyan diparêze ew di bin baneyê HDP'ê de cih digire û wiha got: "Ji ber ku tevgera azadiya kurd di heman demê de wate û girîngiyê dide vîn û têkoşîna jinê hewl dide ku di nava mêr û jinê de wekheviyê pêş bixe ez di nava vê tevgerê de cih digirim. Ji bo neteweya demokratîk pêş bikeve HDP xwedi hêz û zêdebûnek piraniyê ye. HDP'ê bi boneya li Tirkiyeyê pergala piraniyê ava bike kedek mezin da. HDP'ê ev pergala piraniyê di rêveberiyên herêmî de xist meriyetê û pêş xist. Niha jî bi banga "Mirovahiya Mezin" diçe meclîsê. Bi vê bangê armanc dike ku mirov wek hev bijîn û cudahî di nava mirovan de neyê kirin. Hewl dide ku her kes bi reng, bawerî û zimanê xwe xwe bi rêve bibe. Ji ber vê yekê ez di HDP'ê de me."

'Ji ber polîtîkayên AKP'ê tundî û kuştin zêde bû'

Yurdusev, bal kişand ser tundiya li ser jinê ya li Tirkiyeyê û wiha got: "Piştî hikûmeta AKP'ê hat ser kar û şûnde tundî, zexta li ser jinê zêde bû. Kuştina jinan zêde bû. Hikûmeta AKP'ê mudaxaleyî ken, axaftin, kirî û hemû jiyana jinê kir. Di serdema AKP'ê de li gorî daneyên fermî tundî ji sedî hezar û 400 zêde bû. Zewaca di temenê zarokantiyê de jî zêde bû. Ji ber ku hikumet li ser vê pirsgirêkê ranewestiya di sedsala 21'an de hêj berdewam dike. Niha jî dixwaze bi riya Şaredariyên DBP'ê tundiya li ser jinê bimeşîne. Lê em dê tundiya li ser jinê tê meşandin bibin meclîsê. Jinên rastî tundiya malbat û derdorê tên an tên kuxtin an jî neçarî întîharê dikin. Piştî ku tê kuştin jî wekî întîhar kiribe didin xuyakirin. Dema em biçin meclisê em dê li dijî tundî û kuştina li ser jinê têbikoşin."

'TOKÎ bûye mutahîdê diz'

Yurdusev, ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxan û nava esnafan digere, bal kişand ser erdheja Wanê ya 4 sal berê pêk hat û wiha got: "Di erdheja Wanê de hikûmetê duyemîn erdheja aborî anî Navçeya Erdîşê û hemû esnafan îflas kir. Êdî TOKÎ bûye mutahîdê diz. Aşkere esnaf û welatiyan dişelihîne. Em dê bi hêza gelê herêmê û bi rebazên hevpar li dijî vê feraseta diz têbikoşin."

'Hilbijartin dê di navera HDP'a aştixwaz û AKP'a şerxwaz de derbas bibe'

Yurdusev, bal kişand ser hilbijartina 7'ê Hezîranê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Hilbijartina Hezîranê ber bi aştiyê ve diçe. Benda ji sedî 10 bi armanca namzetên HDP'ê neçe meclîsê heye. Lê em vê yekê wisa nabînin. Ji ber ku pirsgirêka me ya bendê tune. Serokomar Erdogan di demên dawî de dibêje pirsgirêka kurd û aştiyê tune. Dibêje yek dewlet, yek ziman, yek netew û yek ol. Bi vê yekê aştî dikeve nava talûkeyê. Ji ber vê yekê hilbijartin dê di nava HDP'a aştîxwaz û AKP'a şerxwaz de derbas bibe."

(mae)