Ugur Karaca: Dê hewayê jinan bandorê li meclisê jî bike

09:22

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Li hember pergala ezber ya heyî HDP'ê li Antalyayê ji 14 namzetan 8 jin nîşandane, vê yekê jî kelecanek mezin xistiye nava bajêr. Nunera KA.DER'ê ya Antalyayê Ugur Karaca got: "HDP partiyek ya gelek xalên girin yên nûjen têxe meryetê ye. Serlêdanên jinan yên ji bo namzetiyê gelek zêdebûn. Ez hêvîdarim bi vê hewayê emê bigihin azadiyê. Heger nîvê civakê jine divê nîvê meclisê jî jin be."

Li Tirkiyeya ku siyaseta wê ji aliyê meran ve tê rêvebirin dê Hilbijartina 7'ê Hezîranê ya Parlementeran pêvajoyek giring be. Li hember hişmendiya AKP, CHP û MHP'ê ya mêrane HDP'ê bi nûneriya wekhev 48 namzetên jin nîşandane û dê bi vê hişmendiyê rengê meclisê biguhere. Nunera Komela Piştevaniya Namzetên Jin (KA.DER) ya Antalyayê Ugur Karaca rola pêşengiyê ya hatî dayîna jinan di hilbijartinê de nirxand. Ugur da zanîn ku di vê hilbijartinê de gelek partî ji ber kêmaniya namzetên jin nîşan nedane di refên xwe dem mane, lê HDP bi nûneriya xwe ya wekhev bûye mînak.

Armanca KA.DER'ê nûneriya wekheve

Ugur destnîşan kir ku di civaka nîvê wê jin de divê nîvê meclisa wê jî jin be û wiha domand: "Di dîroka komarê de rêjeya parlementerên jin di navbera 0.5 li gel 4.5 de diçe û tê. Ji dema avakirina KA.DER'ê heya niha rêjeya parlementerên jin jî zêde bûye. Di sala 2011'an de 79 parlementerên jin rêjeya wan 14 bû. Ji bo bilindkirina vê rêjeyê çareseriyê em dixebitin."

'Ji derveyî HDP'ê partiyên din di refê de man'

Ugur anî ziman ku li Antalyayê heya niha şaredarek jin derneketiye û wiha berdewam kir: "Şaredarên me yên jin çênebûn, lê namzetên me yên meclisê hene. Rewşa Tirkiyê giranê, lê ya Antalyayê hîna girantir ji dîroka komarê heya niha du parlementerên jin derketine. Di vê hilbijartinê de AKP'ê ji 14 namzetan 2 jin nîşandane. CHP'ê li Antalyayê di rêza yekem de mêr nîşandane. Namzeta despêkê ya jin di rêza 6'emîn dene. MHP'ê jî tenê namzetek jin heye. HDP'ê ji 14 namzetan 8 jin nîşandane. HDP'ê bi nûneriya wekhev namzet nîşandane. Em dixwazin Deniz Yildirim ya di rêza 2'emîn de biçe meclisê, ew bi xwe endama komeleya meye."

Ugur bilêv kir ku HDP'ê bi nûneriya wekhev ezber xirakiriye û wiha dom kir: "HDP partiyek ya gelek xalên girin yên nûjen têxe meryetê ye. Serlêdanên jinan yên ji bo namzetiyê gelek zêdebûn. Ez hêvîdarim bi vê hewayê emê bigihin azadiyê. Heger nîvê civakê jine divê nîvê meclisê jî jin be. Ez bawerim ev hilbijartin ya dawiyê ye. Dê di hilbijartinên bên de hemû partî koteya jinan zêde bikin. Êdî welatî siyaseta aram dixwazin. Ez dema ku li peyamên HDP'ê dinêrim zimanê gele. Ez hêvîdarim ku bi vê hewayê em encamên baş bigirin."

(zt)