Baxar Jaafer: Çuna HDP'ê ya meclisê lidarxistina 'Kongra Netewiye'

09:23

Zehra Doğan/JINHA

AMED - Baxan Jaafer ya ku di nava heyeta YNK'ê ya ji 42 kesan ku ji bo pişktevaniya xebatên hilbijartinê yên HDP'ê ji Herêma Federala Kurdistanê hatîn diyar kir ku serketina HDP'ê di heman demê de serketina YNK'ê ye jî û got: "Ji ber ketina HDP'ê ya meclisê çêbûna Kongra Netewiya Kurdane. Emê bi yekbûnê di cîhanê de zêdetir bên nasîn û bibin xwediyê sitato. Ez van nêzîkatiyên PDK'ê yên li hember nelidarxistina konrê tênagihim."

Bi boneya piştevaniya xebatên HDP'ê yên hilbijartinê heyetek ya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ê ji Herêma Federala Kurdistanê hatin û li herêmê xebatan didin meşandin. Heyeta YNK'ê ya ji 42 kesan ji gelek bajarên weke Silêmanî, Helepçe, Kerkuk, Hewlêr, Xaneqîn û Çemçemal yên Federala Kurdistanê hatine gund gund, tax tax digerin û HDP'ê vedibêjin. Endama YNK'ê ya Silêmaniyê Baxan Jaafer ya ku di nava heyetê de cîh girtî di derbarê hatina xwe û xebatên xwe yên piştevaniyê de wiha axivî: "Ji bo alîkariya HDP'ê em hatine li vêderê. Ji ber li vêderê serketina HDP'ê di heman demê de li Başur serketina YNK'ê ye jî."

Baxan anî ziman ku li Federala Kurdistanê ew weke YNK kedek mezin ji bo demokrasiyê didin û wiha domand: "Ji ber ku HDP û YNK gelek aliyên wekhev hene ji ber wê jî em li vêderêne. HDP di pêşerojê de ji bo her çar aliyên Kurdistanê xwediyê polîtîkayek mîsogere, ji ber wê jî em li gel HDP'ê ne. Em weke YNK ne tenê li aliyek yê Kurdistanê, em bawerdikin ku dê demokrasî li her çar aliyên welat bê jiyandin. Dema ku HDP'ê xwe gihandiye vê xala giring alîkarî nedana wê kêmanî dibe. Niha çav û guhê Başurê Kurdistanê ser hilbijartina li Tirkiyê ye, belê biratî û yekîtî eve. Partiya ku tehmûla wan ji serketina birayê wan re nebe, di cîhanê de ji bo ti gelan feyîdeyê wan nîne."

'PDK'ê ji bo hatina me ya li vêderê astengî derxist'

Baxan bilêv kir ku dema amadekariyên hatina alîkariya hilbijartina Bakur dikirin PDK'ê ji bo wan astengî derdixistin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku hatina me weke parlementerên YNK'ê ya vêderê asteng bikin fîze nedidan me. Ji xwe di hişmendiya PDK'ê de yekgirtin tineye. PDK naxwaze YNK alîkariya HDP'ê bike. Ji ber wê jî ji bo 42 kesên li vêderê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de weke me bê hiquqî kiriye nîşandan. Di yekîtiya biratiyê de bêhiquqî li kuye."


(zt)