Namzeta herî ciwan Gulcan Avcı: Armanca min bûyîna dengê jinane

09:19

JINHA

RIHA - Namzeta herî ciwan ya HDP'ê Gulcan Avci ya 26 salî weke jinek ciwan armanca wan ketina meclisêye.

Riha ya ku xwediyê şêniyek bi qasî 2 milyonane yek ji navendên ku di hilbijaritinê de balêdikişîne. Riha ya ku weke cihek herî kevnare yê bicîh bûna mirovahiyê tê nasîn xwediyê sazumaniyek ya di serî de kurd, tirk, ereb, zaza, çerkez, ecem, afgan û ermenî jî di navê de gelek welatiyên xwediyê çandên cuda têde dijîne. Di Riha ya ku 12 parlementeran derdixe de HDP'ê 6 parlementerên jin û 6 jî mêr nîşandane. Gulcan Avci ya 26 salî di rêza 7'emîn de namzeta HDP'ê hatî nîşandan di heman demê de weke namzeta herî ciwane. Gulcan ya di nava malbatek xwediyê 11 zarokan de zaroka 7'emîne ji ber pîşeyê xwe 2 salan li Rihayê peyîwir girtiye. Gulcan destnîşan kir ku ew weke jinek ciwan ji bo ku hêz û dengê jinan bilind bike di nava HDP'ê de ye.

'Em dixwazin herêmên kar ji bo jinan vekin'

Gulcan anî ziman ku divê li hember pirsgirêkên heyî jin tevlî nava navendên kar bibin û wiha domand: "Em dixwazin pirsgirêkên jinan bînin ziman. Ji bo ku jin di navendên kar de cîh bigirin projeyên me hene."

Gulcan balkişand ser baldariya jinan ya di xebatên hilbijartinê de û wiha berdewam kir: "Dema ku mirov xwe hinek nêzî jinan dibe bi hezaran axîn dikêşin. Hemû di ferqa ji hişmendiya AKP'ê qetan di rêya HDP'ê deye. Em hewildidin ku nêrîna ser jinan heyî bidin guhertin. Ji bo ku jin bê tirsa tacîz û tecawîzê karê xwe bi rehetî bikin em dixebitin. Emê li meclisê jî tekoşîna jinan berdewam bikin. Ji bo ku em xwe bigihînin jinan em diçin her derê. Em civînên jinan çêdikin, em esnafên jin û jinên kuaforcî ziyaret dikin. Em diçin gundan û li her deverê gel ziyaret dikin."

Di dawiyê de Gulcan banga ji pergala yekane xelasiyê û hatina HDP'ê li hemû gel kir.

(zt)