Namzetên jin yên HDP'ê: Em jiyana xwe bigirin destê xwe û biçin meclisê

09:04

Derya Ceylan-Eylem Daş / JINHA

STENBOL - Namzetên parlementerên jin yên HDP'ê yên Stenbolê diyar kirin ku nîvê jiyanê jinin ji ber wê jî divê nîvê biriyargirtinê jî jinbin, bang li jinên tên hilbijartin kirin û gotin: "Werin em jiyana xwe bigirin destê xwe û biçin meclisê."

Bi nêzbûna hilbijartinên parlementeriyê yên 7'ê Hezîranê yên li Kurdistan û Tirkiyê re her diçe eleqeya li hember parlementerên jin zêde dibe. Nêzî du mehane xebatên hilbijartinê berdewam dikin. Ji namzetên parlementerên HDP'ê yên Stenbolê kSerpil Kemalbay û Gulsum Agaoglu dan zanîn ku dê weke beriya hilbijartinan piştî hilbijartinan jî bi pirsgirêkên jinan û rêyên çareseriyê ve mijul bibin.

Namzeta Herêma 1'emîn ya Stembolê Serpil Kemalbay destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin diziye û wiha domand: "Bi tayîbetî jî ji bo ku jin wê distikê bikelîne kedek mezin didin. Hemû ew berpirsyarî ser milê jinan hêlan jî pirsgirêkek cudaye."

Serpil anî ziman ku yek ji daxwazên jinan yên sereke jî bi destxistina mafê xwe ye û wiha berdewam kir: "Jin dixwazin mafê xwe bi dest bixin û keda wan ya di nava malê de weke ked bê hesibandin. Ji ber wê jî pêdiviya me bi tabloyek radîkal ya piştî hilbijartinan heye. Em niha keda wê didin. Ev jî dibe sedema jin bi tevlîbûnek mezin nêzî HDP'ê bibin. Emê jiyana xwe bigirin destê xwe û biçin meclisê."


Namzeta Herêma 2'emîn ya Stembolê Gulsum Agaoglu jî wekheviya polîtîkaya HDP'ê bibîr xist û wiha got: "Jin di nava sosyalîstan, feministan, tevgerên karkeran, di nava malan de kedê didin. Di van hemûyan de jin bi hewildanên xwe çareseriyê ji pirsgirêkên xwe re dibînin. Em dadikevin nava miled û talebên wan guhdarî kirin. Me jî xwe vegot. Li vî welatî tenê mêrek hatina ser deshilatiyê û bi diktatorî nêzbûnê pirsgirêka me tevane, ji ber wê jî bi êmanet be jî divê her kes di aliyê deng dayîna me de baldariyê nîşanbide."

(zt)