Tevgara Tenduristîyê Dengê xwe didin HDP'ê

15:32

JINHA

AMED - Komisyona Tenduristiyê ya KCD'ê girêdayî xebatên hilbişartina 7'ê Hezîranê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Xwendekara û Endama DTB'ê Rojîn diyar kir ku ew pişgirî didin HDP'ê.


Komisyona Tenduristiyê ya KCD'ê di çarçova xabatên Hilbişartina 7'ê Hezîranê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li Cemîyeta Çapemeniya Guneydogu hat dayîn. Di daxuyaniyê de Endamê Odeya tibbiyên Amedê, SES, Namzeta HDP'ê ya Amed ê Sibel Yîgîtalp, Hevserokê Navenda DBP'ê Alî Şîmşek, endamên Komîsyona Tenduristîya KCD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên weke 'Heke hûn nebin yek hûnê nexweş bikevin yek bi yek' û 'Bendan derbas bikin ku çem azad bimînin' hatin daliqandin. Beriya daxuyaniyê Endamê DTB'ê Bijşîk Cegerxwîn Polat diyar kir ku ev 12 salin ew pisgirêkên xwe tînin ziman lê heya niha tu çareyek ne hatiye dîtîn û got: "Heta niha ji tu talebên me nehat çareserkirin. Em dibejin AKP ji bo tenduristiyê xetereye."

Xwendekara û Endama DTB'ê Rojîn Dag jî da zanîn ku ew jî weke tevgera tenduristiyê pişgirî didin HDP'ê. Rojîn wiha domand: "Ji bo Azadiya jin û civakek nu ava dike. Ji bo gelan û baweriyan azadi îfade dike, ji bo demokrasîya hevpar û Rêberek azad, Ji bo LGBT-İ'ya jiyanek hevpar û bi hêvî, ji bo karker û xebatkaran jiyanek bi ewle.

Pîştî axaftina Rojin Namzet HDP'ê ya Amedê Sibel Yîgîtalp polîtîkaya AKP'ê ya ser tenduristiyê nirxand.

(do-sg/zt)