Xeyalê wê ne parlementeriye hesabê jinên êş kişandî pirskirine

10:32

JINHA

RIHA - Yek ji namzetên parlemeteriyê Endama koma Dayîkên Aşîtiyê Hadle Ugur e. Du keçê Hadle tevlî refên PKK'ê bûne û kurek wê jî li Kobanê tevlî YPG'ê bûye. Ji ber ku ewraqê Hadle kême ji namzetiyê ket û wiha got: "Xeyalê min ne parlementeriye, hesabê jinên êş kişandî pirskirin bû. Lê teqeze ku ezê rojek hesabê jinên êş kişandî bigrim."


Hadle Ugur a ku ji aliyê HDP'ê ve namzeta parlementeriyê hatî nîşandan, ji ber kêm hatina ewraqan ji aliyê Lijneya Hilbijartinê a Bilind hat betal kirin. Hadle tevî namzeta ku li şûna wê hatî nîşanda Hatîce Aksoy, ji bo xebatê hilbijartinê derî derî digere. Dayîka Hadle du keçên wê berê xwe dane çiya û kurek wê jî li Kobanê tevlî hêzên YPG'ê bûye. Keça wê yek ji bo berxwedana jinên Êzîdî li Şengalê têdikoşe ya din jî piştî 7 mihan li çiya dimîne jiyana xwe ji dest dide. Dayîka Hadle behsa keça xwe Têkoşîn Roza ya ku berê xwe daye çiya û wiha got: "Dema ku Recep Tayîp Erdogan serokwezîr bû hatibû Rihayê û gotibu 'bila dayîk xwedî li zarokên xwe derên bila zarok neçin çiyê, keça min li hember van gotinan berteka xwe nîşan da û çû çiyê."

Kurê wê li Kobanê li hember DAIŞ'ê şerdike


Hadle anî ziman ku kurê wê li Zanîngeha Teknîkê a Rojhilata Navîn xwendiye û pênç sal û nîv li girtîgehê maye û wiha domkir: "Kurê min piştî ku ji girtîgehê derket, ji bo ku li birîndarên ku ji Kobanê hatine binêre min şand nexweşxanê. Wê demê herî kêm rojê 25 birîndar ji Kobanê dihatin. Kurê min li hember wan êşan xwe ne girt û ji bo ku li hember çeteyên DAIŞ'ê şerbike berê xwe da Kobanê û tevî hêza YPG'ê bû. Du xweşkên wî berê xwe dan çiyê, xweşka wî yek di sala 1994'ê de jiyana xwe ji dest da û ya din jî, ji sala 2011'an de heya niha li çiya ye."

'Me giraniya şer û êşên wê her dem hîskir'

Hadle Ugur got: "Ez û her kesên ku di malbatê de dijiyan me giraniya şer û êşên wê her dem hîskir. Hemû partiyên ku li Tirkiyê hatin ser îqtîdarê polîlîtîkayên şer ên qirêj li ser me dan meşandin. Min êşê dewletê, pergal û mêr gelek kişand. Polîtîkayên şer ên dewletê zarokê me ji me standin. Her dem zarokê me jiyana xwe ji dest didin, her kes dibêjê bila ne yê min be. Berî 28 sal gerîllayek ji gundê me tevlî bibû ez wê demê hêj zarok bûm. Wê demê me dest daba destê hev meyê 40 kes din jî wenda ne kiriba."


Eger çûba Meclîsê dê bi aşîtiyê qîrkiriba


Eger Hadle çûbaya meclîsê wê hawar hawar bi aşîtiyê qîribaya. Hadle bal kişand ser pirsgirêkên ciwanên Riha yê û got: "Ez li Rihayê derî bi derî digerim. Li malan ciwan nemane, û karê ku layiqê ciwanan hatiye dîtin karê paqijiyê ye. Ewqas axê heremê Rihayê heye lê ciwan diçin û karê paqijiyê dikin. Gelê me ji bo cotkariya demsal diçin bajarên din û li bin konade jiyan dikin mirov dikare jê re bêje jiyan? Ez li nava zevî û erdan de dixebitim rastî gelek zehmetî jî hatim. Ji ber nasnameya xwe a kurdî ewqas êrîş li ser gelê me pêk tê. Em wek HDP'ê dê dawî li vê kolebûnê bînin."

Di sala 1990'an de ji bo deng bikar anînê pusula tune bû

Hadle anî ziman ku ew gelek berdêl heya ku gihêştine roja îro û wiha pêde çû: "Di sala 1990'an de ji bo ku em deng bi kar neyînin dewletê li heremê pusula nedabû çêkirin. Ji bo ku em weke hemû hemwelatî dengê xwe bikarbînin me gelek têkoşîn da meşandin. Wê demê ji bo dengê xwe bikar bînim min têkoşîn da û îro jî ez weke namzet hatim nîşandan." Hadle diyar kir ku ew ne bi hesreta kursiyê ye ew aşîtiyê dixweze.

Xeyalê wê ya herî mezin azadiya jina ye

Hadle got: "Eger namzetiya min ne ketiba û çûbama meclîsê, minê têkoşîna êş û kedê jinan biriba meclîsê. Ne maf û ne jî qanûnê jinan maye. Jin yan li malê bavê xwe an jî li malê hevserê xwe rastî muamelyê kole tê. Jin biçe kuderê weke kole tê dîtin. Ez çûbama meclîsê minê mafê ciwan û jin parastiba. Minê hesabê ciwanên ku li girtîgehê omrê xwe xilas dikin pirskiriba. Minê hesabê cotkarên kurd yên ku diçin bajarê din û rastî ne heqiyê tên parastiba. Minê jinên ku li ber Saziya Tipa Adliyê êşê dikêşin pirskiriba." Hadle anî ziman ku xeyalê wê ya herî mezin azadiya jine û diyar kir ku azadiya jin ji avabuna bi hezaran parlementer hêja tire.

Hadle dawî de got: "Xeyalê min ne buyîna parlementeriye êşa jinan dayîna fêmkirine. Her wê rojek were ezê hesabê jinên êş kişandî bixwezim."


(rc)