Li Antalya yê şahiya jinan ya hilbijartinê ya rengîn

10:31

JINHA

ANTALYA - Di şahiya ji aliyê Koordinasyona Hilbijartinê ya Jinên Antalyayê ve hatî amadekirin koroya namzetên jin eleqeyek mezin dît. Endama Heyeta Îmraliyê û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan ya ku beşdarî şahiyê bû got: "Tindî û şideta deshilatiya AKP'ê ya 12 salan zêde dibe. Ticarî jinan li hember polîtîkayên wan serî ne tewandin û her demê serbilind rawestan."

Ji aliyê Koordinasyona Jinan ya Antalyayê ve di çarçova xebatên hilbijartinê de şahiyek hat amadekirin. Jinên ku li Parka Aydin Kanza hatin bahev û bi tilîliyan heya Parka Ataturk meşiyan. Jinên ku bi kincên netewî û alayên HDP'ê yên renga reng ketin meşê pankarta bi sernivîsa "Jin dê te neke serok" rakirin û duruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Em bi HDP'ê biçin meclis ê" û "Raperîn, şoreş azadî". Namzetên parlementerên HDP'ê yên Antalyayê Deniz Yildirim, Nuray Erçagan, Îlkin Manya, Songul Şarkli, Ebru Ergen Korkmaz, Aysel Îbili û Gulkiz Turk li gel Endama Heyeta Îmraliyê û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan jî di meşê de amadebûn. Piştî meşê despêkê Zarife Atik wiha axivî: "Ji jinên di rêya azadiyê de şer kirine re ji Arînan Mîrxanan û Sakine Cansizan re silav."

Pervin Buldan jî balkişand ser deshilatiya serdestiya mêran ya 5 hezar salan û wiha domand: "Herî zêde li Tirkiyê jin rasît şidetê û qirkirinan tên. Bi tayîbetî jî di 12 salên polîtîkaya AKP'ê de tindiyek gelek mezin ser jinan heye. Lê ticarî jinan li hemberî van tindiyan serî netewandine û her demê serbilind rawestane."

'Ji 550 parlementeran nîvî jinin'

Pervin bilêv kir ku ew 2 donemên li parlemntoyê hemû newekheviyên ser jinan tên meşandin dîtiye û wiha berdewam kir: "Mixabin partiyên pergalê aliyê me nagirin. Ji 550 parlementeran nîvî jinin. Dema ku em bendê derbaskin, gumana me nîne, em weke jin, yên tên perçiqandin û hejar ji bo hilqeşîna bendê ketine rê. Dema ku em bikevin meclisê dê nîvê koma me ji jinan pêkbê. Ji bo ku em li der devera jiyanê pisgirêkên jinan çareser bikin divê em têkevin meclisê û emê di 7'ê Hezîranê de bi şansê xwe têkevin meclisê. Em ji ber wê jî em bang li gelê xwe dikin, qad, qad, tax, tax û kolan, kolan bigerin dengê xwe bidin me. Divê yên ser vê erdnîgariyê weke yên dinê tên dîtin hemû bikevin meclisê."

Piştî axaftinan Koroya Gulên Aştiyê ya ku ji aliyê Namzeta Parlementera HAP'ê ya Antalyayê ve hatî amadekirin derket dikê. Paşê jî Koma Delîla ya ku ji aliyê jinên ciwan ve hatî amadekirin derketin dikê. Di dawiyê de jî li ber dengê Raperîn jinan govend gerandin û bi dawî kirin.

(zt)