Hêviya jinên karkerên tekstîlê HDP ye

09:03

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED- HDP bi proje û polîtîkayên "Jiyana Nû" dibe hevîyên her kesî. Jinên karkerên tekstîlê jî diyar kirin ku HDP'ê bûye heviyên kedkar û karkeran û wiha gotin: "HDP bûye hêviya jinên karker û kedkara. Em dê li vê hêviya xwe xwedî derkevin û hewl bidin ku HDP'ê bendavê derbas bike."

Li Tirkiyeyê hilbijartina 7'ê Hezîranê nêzîk dibe. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re xebatên partiyên siyasî jî zêde dibin. HDP'ê jî, bi proje û polîtikayên nû dikeve hilbijartinê. Ji ber projeya HDP'ê ya Jiyana Nû eleqe û heviyên li hemberî HDP'ê zêde dibin. Li Amedê jî jinên karkerên tekstîlê hevî û bendewariyên xwe yên ji hilbijartin û HDP'ê re anîn ziman.

Jinên karkerên tekstîlê yên di bin şert û mercên giran de dixebitin diyar kirin ku heqê keda xwe nikarin bistînin. Jinan anîn ziman ku keda wan tenê ji aliyê HDP'ê ve tê dîtin û tenê HDP hêviya wan e. Karkeran da zanîn ku HDP'ê wekheviya karkerên jin û mêr diparêze. Ji karkerên tekstilê Yeter Okman, anî ziman ku jin û mêr li kargeriyê heman karî dikin lê jin rastî muameleyên cuda tên û wiha got: "Di civakê de nêrîna 'Jinên di tekstîlê de bixebite nabe jina malê' heye. Ji ber vê yekê em ji hikûmeta nû dixwazin ku jin û mêr wek hev bê dîtin. Em dixwazin rehettir, bi bawerî û serbest derkevin kolanan û azad tev bigerin."

'Mafê AKP'ê tune deng ji me bixwaze'

Yeter, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê ji wan dixwaze ku bi her awayî li gorî daxwazên wan malbatekê ava bike û wiha berdewam kir: "Kes nikare li ser navê me biryar bide ku em çend zarokan çêkin. Em dê li gorî derfetên xwe yên aborî biryar bidin. Ez îro bi vî meaşê xwe nikarin zarokekî jî xwedî bikim. Ji ber vê yekê divê Serokomar li her derê giranbûna xwe zanibe. Tu mafê AKP'ê tune ku dengan ji me bixwaze."

'Em dê piştgiriyê bidin HDP'ê'

Karkera tekstîlê Rojda Aydin jî anî ziman ku pirsgirêkên karker û kedkaran pir zêde ye û hikûmet bi pirsgirêkên wan re eleqeder nabe. Rojda, da zanîn ku tenê HDP'ê diçin karkerên febriqeyan ziyaret dike û li pirsgirêkên karkeran guhdar dike. Rojda, anî ziman ku ew dê dengê xwe bidin HDP'ê û armanca wan ewe ku ew HDP'ê bibin meclîsê da ku pirsgirêkên kakeran jî bibin meclîsê.

'Herî zêde HDP'ê dikare rengê jinê bibe meclîsê'

Karkera bi navê Mukaddes Ak jî da zanîn ku tenê HDP'ê deng û rengê wan dibe meclîsê û wiha got: "Bi salan e reng û dengê jinê, vîna jinê tune hat hesibandin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de her tiştên xerab ji jinê re hat gotin. Mafê axaftinê ji me stend. Tenê bi HDP'ê em dikarin bibin xwedî nûnertî vîn û mafê wekhev. Bi nûnertiya wekhev re êdî HDP'ê bû hêviya me. Em bawer dikin ku di vê hilbijartinê de HDP'ê dê zêde dengan bistîne û bendavê derbas bike. Êdî em ji dê bê tirs dengê xwe bilind bikin. Çi dibe bila bibe partiya ku deng, maf û rengê karkeran biparêze dê bendavê derbas bike."

'HDP'ê dengê yên din e'

Karkera bi navê Melek Aygul jî destnîşan kir ku ji bo wekhevî û demokrasiyê dibêje HDP'ê û wiha axivî: "HDP'ê dengê hemû kesên bûne yên din e. Tenê HDP'ê aşîtiyê diparêze. Tenê HDP'ê wekhevî û edaleta nava mirovan dixwaze. Ji ber ku HDP'ê hêvî û bendewariya kedkar û kedkaran e em dibêjin HDP'ê. Ji ber HDP'ê partiya jinê ye. Em dixwazin hemû jin ji bo azadiyê dengê xwe bidin HDP'ê."

'Ji bo em hişmendiya mêtînger hilweşînin dibêjin HDP'ê'

Karkera bi navê Eylul Olcay jî destnîşan kir ku ji bo feraseta metînger hilweşînin û mafê karkeran bê parastin dibêjin HDP'ê û bawer dikin ku bi HDP'ê re jin karibin dengê xwe bilind bikin û xwe bînin ziman. Eylul da zanîn ku jin dikarin di qada HDP'ê de mafê jiyanê bi dest bixin û bawer dikin ku ked û rengê wan dê bi HDP'ê bê dîtin û parastin. Eylul, ji hemû jinan xwest ku di bin baneyê HDP'ê de li hev kom bibin û hêviya xwe biparêzin.

(mae/rc)