Jinên KESK’î helwesteya xwe ya ji bo hilbijartinê aşkera kirin

15:13

JINHA

ENQERE – Jinên KESK’î têkîldarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê helwesta xwe aşkera kirin û diyar kirin ku dê dengên xwe bidin temsîliyeta wekhev, polîtîkayên jinê, di jîngeha kedê de wekheviyê û yên ku perwerde û tenduristiyê diparêzin.

Jinên KESK’î li navenda konfederasyonê têkîldarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê belgeya helwestê aşkera kirin. Di daxuyaniya ku Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şazişe Kose jî beşdar bû de belgeya helwestê ji aliyê Sekretera Jinê ya KESK’ê Gulîstan Atasoy ve hate xwendin. Gulîstan got ku ew ê wekî pêdiviya têkoşîna ku bi salan in didin meşandin de di hilbijartinan de pratîkên partiyan ê heta niha, di danezanên xwe yên hilbijartinan de nêzîkaya jinê ya nîşan dane binirxînin û bi vî rengî dengên xwe bi kar bînin. Gulîstan destnîşan kir ku her dengên ku dê bi kar bînin encama hilbijartinên 2015’an de diyar bike û wiha got: “An em ê rê nedin polîtîkayên desthilatdar ên zilam a ku êrîşî nasname,e beden û keda me dikin an jî em ê têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê pêş ve bibin.”

‘Em ê xwedî li dengên xwe derkevin’

Gulîstan got ku her deng ji bo diyarkirina pêşerojê girîng û krîtîk e û wiha axivî: “Em ê li gorî Rêgezên xwe deng bi kar bînin. Em ê her dengên xwe bişopînin û xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê heta ku daxwazên me pêk bê têkoşîna xwe bidomînin.” Gulîstan da zanîn ku ew ê di 7’ê Hezîranê de dê dengên xwe bidin temsîliyeta wekhev, polîtîkayên jinê, di jîngeha kedê de wekheviyê û yên ku perwerde û tenduristiyê diparêzin.

(rc)