Banga ji bo Tirkmen û Elewî alîkarî û deng bidin HDP'ê

10:17

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Turk bang li Tirkmen û Elewiyan kir ku dengê xwe ji bo HDP'ê bikar bînin. Çîgdem bal kişand ser nirxên Tirkmen û Elewiyan û destnîşan kir, ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê li dijî zilma AKP'ê, li dijî zilma li her kesî tê kirin, dibe ku bibe pêngaveke nû, bê wateya ji nû ve vejîna gelan, jinan û hemû bindestan.

Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Turk ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bang li Tirkmen û Elewiyan kir. Çîgdem diyar kir ku li ser xaka Anatolî û Mezopotamyayê dewletê vîn, nêrîn, nasname, ziman, çand, jiyan, dîrok, daristan, av û xaka gelan talan kiriye û got, "Nasnameya Tirkmen li dijî zilmê her tim bûye nasnameyeke berxwedêr a li dijî sîstemên serdest û desthilatdariyan. Nasnameya Elewîtiyê jî bi heman rengî ye. Dema mirov li pêşengtiya îsyanan dinêrin tê dîtin ku serkêşiya wan Elewiyan kirine. Çand û felsefeya Elewiyan her tim rastiyeke bi vî rengî îfade kiriye."

'Têkiliya tirkbûn û tirkêmeniyê nîne'

Fermandara YJA Starê diyar kir ku vê nasnameyê lehengên dîrokê jî afirandiye û anî ziman ku raperînên Pîr Sûltan, Şêx Bedreddîn, Dadaloglû, Koroglû û Babaî, ji vê kevneşopiyê tên. Çîgdem da zanîn ku li xaka Anatolî û Mezopotamyayê her tim çandeke raperînê hebûye û got, "Piştî Komarê, ji aliyê Tirkmeniyê ve pênaseyeke nû ya Tirkîtiyê tê derxistin. Ti eleqeya vê Tirkîtiyê bi Tirkmeniyê re nîne. Vê Tirkîtî weke Tirkîtiya dewletê, Tirkîtiya faşîzan teşe girt. Ev yek jî malî Tirkmeniyê hat kirin. Eleqeya xwe bi nasnameya Tirkmen re nîne. Îstîsmareke gelekî cidî heye. Kevneşopiya berxwedanê ya Tirkmenan a hezaran salî, tê îstîsmarkirin. Dema li rêveçûna dîrokê were temaşekirin, tê dîtin ku hemû zilm di bin navê Tirkîtiyê de hatine kirin. Ev yek tiştekî ku çanda Tirkmeniyê heq nake ye. Di dîroka Komarê de yek ji gelên hatine binpêkirin Tirkmen in."

'Her dem yên despêkê hatine qetilkirin elewî bûne'

Çîgdem anî ziman ku pêwîste Tirkmenî li nasnameya xwe vegere, nasnameya xwe ji nû ve vejîne û destnîşan kir ku 7'ê Hezîranê ji bo ji nû ve nîşandana vê vînê, girîng e.

Ji Fermandarên YJA Starê Çîgdem Turk ji Elewiyan re jî axivî û bibîr xist ku Elewî di dîroka Osmanî de beşa civakê ya herî zêde hatiye binpêkirin, qetilkirin û li qirkirinê rast hatine. Çîgdem da zanîn ku di nava Elewîtiyê de biratî, parvekirin û çanda dostaniyê ku cewhera sosyalîzmê heye, hene û got, "Lêgerîna li rastî, başî û bedewiyê, cewhera Elewîtiyê ye. Dema ji vî alî ve were nirxandin, bê guman desthilatdarî wê êrîşî van derdoran bikin. Her tim, yên ku di destpêkê de hatine qetilklirin Elewî ne. Ji bo dawîanîna li van komkujiyan, ji bo dawîanîna polîtîkayên tinekirina azadiyan û bi sînorkirinê, ev hilbijartin girîn e. Girîng e di vê hilbijartinê de deng ji HDP'ê re were dayîn. Dibêje 'Em diçin Meclîsê'. Dema rewşa xaka Anatolî û Mezopotamyayê were nirxandin aşkera dibe ku gave dewlet nebe her tim em bûne Em, dema dewletê dest lê wernedaye, Ermenî, Kurd, Tirkmen, Elewî bêyî şer bikin bi hev re jiyane.

Li ser bingeha demokratîk meşandina têkoşînê, afirandina sîstemeke xurt a derfetên jiyanê lê bêhtir bin, wezîfeya bingehîn a me hemûyane. Di vê rojê de ji bo bicihanîna vê wezîfeyê, pêwîste HDP were destekkirin, li dora HDP'ê her kes bicivin, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin, ji yên nizanin re vebêjin û li nava malan bigerin û xwe bigihînin her kesî. Pêwîste her kes li dora HDP'ê bicivin, Tirkmen, Elewî bi taybetî jî jin divê xwedî li HDP'ê derkevin û ji bo serketina HDP'ê bixebitin. Em bang li her kesî dikin ku li dora HDP'ê bicivin û deng bidin HDP'ê."

(zt)