Li Hezexê jinên ji bawerî û gelên cuda dibêjin HDP e

09:37

Mizîn Adim/JINHA

ŞİRNEX - Li Şirnexê jinên Sûryanî, Ermenî, Kurd, Misliman û Xirîstiyan ji bo HDP’ê xebatên hilbijartinê dimeşînin. Jinan diyar dikin ku HDP destur dide hemu nasname bi rengê xwe bijîn û ew ji bo jiyanek azad û wekhev di bin banê HDP’ê de digîjin hev.

Li navçeya Hezex’a Şırnexê jinên Sûryanî, Ermenî, Kurd, Misliman û Xirîstiyan tev bi hev re xebatên hilbijartinê dimeşînin. Jinan di derheqê xebatên xwe de agahi dan. Jinan dan zanîn ku HDP ji gelek nasnaman pêk tê û ew jî wek perçekî HDP’ê dibînin. Jinan gotin ku ji bo ku HDP bi ser bikeve çi ji destê wan bê wê bikin.

‘Ji bo ku HDP bi ser bikeve çi ji destê min bê ezê bikim’

Jina bi navê Seyda Gosteriş ku ji Sûryaniyên Hezexê ye di 5 saliya xwe da tevî malbata xwe koçî İsviçre dikin. Seydî diyar kir ku ji ber ku wê ji Xezexê gelek hiz kiriye piştî 33 salan vedigere Hezexê. Ev 6 salin Seydî li Hezexê dijî. Seydî anî ziman ku HDP hem ji bo çandê û mirovatiyê bi parêze xebatan dike û wiha axivî: "Ji bo ku HDP bi ser bikeve çi ji destê min bê ezê bikim. Ez li Avrupa jî jiyam û li wê derê jî gelek nasnameyên cuda bi hevre di nav aramiyê de dijiyan. Fikrê HDP’ê jî bi vî rengî ne bi saya fikrên HDP’ê emê wek xuşk û bira bijîn. Ji wê bûnê ez piştgirî didim HDP’ê.” Seydî da zanîn ku ew dema li Avrupa biye di nav xebatên Partiya Demokrat de cih girtiye û wiha got:” Li gorî min fikrên Partiya Demokrat û HDP’ê nêzî hevin. Dema ez dikevim nav HDP’ê weka ku ez ketibim nav Partiya Demokrat.”

‘Bi saya HDP’ê êdi em natirsin’

Aryet Karagula ya ji Suryaniyên Mêrdînê ye destnîşan kir ku hemu ol û milet di bin konê HDP’ê de di civin û wiha axivî: ”HDP ji bo me tê wateya azadiyê. Êdî bi saya HDP'ê ji ber ku em cuda ne natirsin. Êdî em li vir bi rehetî dikarin bijîn.” Aryet bi lêv kir ku heya îro jin her tim li welatê xwe li axa xwe xwedî derketiye û jin disa bi wî awayî li HDP’ê jî xwedî derdikevin. Aryet ji bo ku hemu gelê Mezopotamya di nav hev de wek hev bijîn bang li hemu kesî kir da ku dengê xwe bidin HDP’ê

Rabîa Kaya ku berê serokatiya AKP’ê ya milê jinê dikir jî bilêv kir ku êdî bi tu awayî AKP hitabê wê nake û wiha axivî: ”Di derbarê jinê de xebatên HDP’ê gelek xweş hene. Em bi baldari li van xebatan temaşe dikin.” Rabîa got ku îro hin jî jin di civakê de ji para tê hiştin û ev tişr got: "Ez hêvidikim ku HDP têkeve meclisê eger têkeve meclisê ewê gelek tiştê xweş bike. Ji bo ku tiştê xweş bivin ez divêjim dengê xwe bidin HDP’ê.”

‘Hemû jin heman pirsgirêkan dijîn’

Hevseroka HDP’a Şırnexê Asmîn Kiraç ya bi xwe Ermenî ye jî anî ziman ku gotina HDP dibêje netewa demokratik ji niha de pêk hatiye û wiha axivî: "Çawa li Kobanê hemu jin tevlî tekoşînê bûn û mil bi mil şer kirin. Em jî li vê derê ji bo aşitiyê bi xelkê Kurd, Tirk, Suryanî û Misliman, Xirîstiyan re hatin cem hev.” Asmin got ku her çıkas ew ji hev cuda bin jî êşa wan yek e û wiha pêde çu:” Em di ci vakakeke ku bi hişmendiya baviksalarî tê rêvebirin de dijîn. Jinên Misliman jî û Xirîstiyan jî heman pirsgirêkan dijîn.” Asmin desnişan kir ku ew bi hemu jinên vê derê re ji bo ku HDP bendavê derbas bike hatine cem hev û wiha dewam kir: "Em çiqas ji hev cuda bin jî daxawazame ya jiyana azad yeke û ji bo ku em azad û wek hev bijîn em dibêjin HDP.” Amîn di derhekê hilbijartinê de jî agahî da û ev tişt got:” Jinên suryanî tên ji me re di bêjin em dixwazin li gundê suryaniyan bi gerin. Ez dema çum malên Sûryaniyan min dît zarokan sirtranên gerîla digotin. Ev jî dide xuyaya kirin ku ev doz doza hemu netawa ye û em ji bo azadiyê dimeşin.” Asmîn da zanîn ku li Hezexê jinên Sûryanî ji wan bêhtir di xebitin û ev tişt got:”Dikanê gelek ji wana hene rojek ez bûm şahid ku yek ji wan ji bo HDP deng ji polêsek dixwest.”

‘Dara me fêkiyên curbe cur dide’

Asmîn balê kişand êrîşê li ser HDP’ê û wiha got:” Ji ber ku HDP hemû gela dike yek pergal gelek ji HDP’ê ditirse ji wê bûnê jî êrîş dike. Bi sed salan berê em bi qirkirn û zilmê ji hev du qetiyan lê HDP nişna dide ku êdî dewlet nikare me ji hev du biqetine.” Asmin da zanin ji ber ku ew bi xwe bawerin li herêmê ew ne li hember xebatên HUDA-PAR’ê ne jî yê AKP’ê disekinin lê li milê rojava êrîşî HDP’ê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her kes jî di zane dama derek fêkî da êrî lê tê kirin. Dara HDP’ê jî fêkiyên curbe cur dide loma êrîşên hev kas giran li ser HDP’ê tên meşandin.”

‘Dê jin aşîtî û azadiyê bînin’

Hevseroka Şaradariya Hezexê Nevîn Oyman diyar kir ku ji jinên cuda stendina piştgiriyê hêzek mezind dide wan û wiha axivî: "Em dema bi van jinan re tên cem hev hêzek mezin distînin û em hevdu taman dikin. Em bawerin bi vê hêza jinê ewê demokrasî û aşîtî pêk were.” Nevîn di dawiya axaftina xwe de wiha bang li hemu jinan kir: "Em bi hev bawerbin, azadî û aşitiyê emê bînin tenê em bi destê hev bigrin.”

(ma/zt)