Perihan Karakoç: Em dê li Bîlecîkê li dijî feodaliteyê şer bikin

09:35

JINHA

BÎLECÎK - Namzeta HDP'ê ya Bîlecîkê Perihan Karakoç, destnîşan kir ku di xebatên hilbijartinê yên li Bîlecîkê de herî zêde feraseta feodalitê wan dixin nava zorê û dê li dijî vê ferasetê têbikoşin. Perîhan, anî ziman ku ew xwe digînin hemû jinan û li pirsgirêkên wan guhdar dikin.

HDP li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê bê navber berdewam dike. Xebat û barên namzetên jin duqat girantir e. Yek ji bajarên ku HDP'ê yekem car namzet nîşan daye Bîlecîk e. Li Bîlecîkê jî namzeta HDP'ê Perîsan Karakoç, hem li dijî ferasesa feodalîzmê û hem jî ji bo parastina mafê jinê têdikoşe. Perihan Karakoç, ji beşa Têkiliyên Gel û Reklamê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê mezûn bûye. Perîhan Karakoç, destnîşan kir ku banga HDP'ê ya Jiyana Nû ew xist nava kelecanekê û wiha got: "Ji bo ez vê heyecana xwe bi jinên Bîlecîkê re parve bikim bi şev û roj dixebitim. Li Bilecikê ji ber feraseta feodailîzmê serdest e em rastî astengiyên pergalê tên. Ez bawer dikim ku vê astengiyê derbas bikim. Ji bo ez bibim dengê jinan û li pirsgirêkê jinan guhdar bikim ez di nava hewldanek mezin de me. Li Bilecikê pirsgirêka herî mezin gihiştina jinê ye. EZ wekî jinekê di gihiştina jinan de zahmetiyê dikişînim. Ji ber vê pergala feodal bêtir bi mêran re dibim muhatab. Lê divê ez xwe bigînim wan û li wan guhdar bikim. Divê êdî jin jî siyasetê bikin. Dikarin di nava siyasetê de hebûna xwe aşkere bikin."

'Em jî di vê pêşbirgê de hene'

Perîhan, bibîrxist ku li Bilecikê jin herî zêde febrîqeyên porselen û mermerê de karên giran dikin û wiha berdewam kir: "Ez dixwazim xwe bigînim van jinan û li pirsgirêkên wan guhdar bikim. Li vir astengî li pêş HDP'ê zêde ne. Em nikarin li vir ala xwe jî rakin. Lê em dîsa têkoşîna xwe û xebata xwe berdewam dikin. Ji ber ku em jî di vêpêşbirgê de hen. 4'emîn partiya mezin a Tirkiyeyê HDP ye. Ger ku ez li Bilecikê bibim wekîl, ez dê li cem gelê Bilecîkê xebatê bimeşînim. Ez dixwzim bibim wekîla gel û yeko yek eleqeder bibim. Ez naxwazim biçim meclîsê dixwazim her dem di nava gelê Bîlecîkê de bim. Her çend ez ji Meletiyê bim jî dixwazim bi gelê vir re bijîm û eleqeder bibim."


Perihan herî dawî xwest gelê Bîlecîkê bi pêşdarazî nêzî wan nebe bibînin ku çi ji bo çi dixwazin. Perîhan xwest êdî gelê vir xwe ji nava sînoran derxe û bibînin ku ew alîgirê aştî, wekhevî û demokrasiyê ne.


(mae)