Jinan: Eger HDP'ê biçe meclîsê dê aşîtî pêk were
09:29
Têkoşîn Tekîn /JINHA
AMED - Jinên Pîranê û Hênê destnîşan kirin ku, sedemê êrîşên ser HDP'ê tirs û xofên dagirkera ne û ew dê neyên van leystûkên qirêş û wiha gotin: "Eger HDP'ê biçe meclîsê dê aşîtî pêk were, dayîk negrîn û dawî li mirinên ciwanan were."
Bi nêzbûna hilbijartina 7'ê Hezîranê re, bê navber êrîş li ser buro û avahiyên HDP'ê didomin. Jinên Pîranê û Hênê bertekên xwe li hember êrîşên ser HDP'ê pêk tê dan nîşandan û gotin: "Em êrîşên ku li ser HDP'ê pêk tên şermezar dikin. Ev êrîşên ku pêk tên bi destê SeroKkomar û Serokwezîr ve tê kirin. Tu tundî û êrîş dê me paş de nebe. Emê dê heya dawî têkoşîna xwe bilind bikin, neyên provokasyona û emê biçin meclîsê."
Bi nêzbûna hilbijartina 7'ê Hezîranê ya ku dê li tevahî tirkiyê pêk were, jinên navçeya Pîranê û Hênê ya Amedê, êrîşên demên dawî ya ser HDP'ê nirxandin. Hesret Yildiz a ji navçeya Pîranê êrîşê ser HDP'ê şermezar kir û got: "Êrîşên ku li ser HDP'ê pêk tê bi destê Serokkomar û Serokwezîr ve tê kirin. Hikûmeta AKP'ê naxweze HDP'ê bendê derbas bike. Ji ber vê yekê ewqas êrîş pêk tîne.Lê her çiqas êrîş û provokasyon pêk were jî dê nebe astang em bendê derbas bikin. Li hember her êrîşek ku pêk tê hêrsê me zêde dibe û emê hêzê xwe di hilbijartinê de nîşan bikin."
'Ji serkeftina HDP'ê ditirsin'
Melîş Cengîz a navçeya Pîranê êrîşên ser HDP'ê şermezar kir û destnîşan kir ku sedema van êrîşan gel anîna beramberê heve. Melîş anî ziman ku armanca êrîşan zeyfkirina HDP'ê ye û wiha pêde çû: "Hikûmeta AKP'ê ji serkeftina HDP'ê ditirse. Ev êrîşên ku ser HDP'ê pêk tê jî, li ser gotina Serokkomar pêktê. Em wek gel dê neyên leyîstûk û polîtîkayên qirêj ên AKP'ê. Emê ji sedî 10'ê bendê derbas bikin û partiyê xwe bişînin meclîsê. Di hilbijartinê de emê hişmendiyê kesane û îqtîdarê nepejrînin."
'Êrîş bi destê dewletê ve pêk tê'
Sultan Arukan ya ku ew jî ji navçeya Pîranê ye êrîşên li ser HDP'ê şermezar kir. Sultan destnîşan kir ku êrîşên ku pêk tê bi destê dewletê ye û wiha domkir: "Ji bo ku HDP'ê bendê derbas neke gelek provokasyon tê kirin. Ev provokasyon bi destê dewletê tê pêk anîn. Çiqas êrîş pêk werin jî emê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Dewlet dê serkeftina me di 7'ê Hezîranê de li ser sendoqan bibîne."
'Serkeftina HDP'ê nikarin daqurtînin'
Jinên navçeya Hênê jî ji bo êrîşên li ser HDP'ê bertekên xwe nîşan dan. Miyaser Yerdekul a navçê Hênê destnîşan kir ku, sedema êrîşên ser HDP'ê serkeftina wê diyar dike û wiha pêde çû: "Dewlet û çeteyên ku serkeftina HDP'ê danaqurtînin van êrîşan pêk tînin. Hikûmeta AKP'ê tu car gelê kurd nepejrandiye û tune dihesibîne. Bi salaye dayîk digrîn bese em êdî em aşîtiyê dixwezin. Em naxwezin êdî ciwan bimirin. Eger HDP'ê biçe meclîsê dê aşîtî pêk were dayîk negrîn û dawî li mirinên ciwanan were. Em ji van êrîşên ku pêk tên netirsin û heya dawî emê têkoşîna xwe bilind bikin."
'Têkoşînê me wê bidome'
Li aliyê din Hûsna Arçagok a Hênê jî êrîşên ser HDP'ê şermezar kir û anî ziman ku wê tu êrîş gelê kurd netirsîne. Hûsna wiha got: "Tiliyê Erdogan û Ahmet Davutoglu di êrîşên ku ser me pêk tê heye, ji ber ku her roj diqîrin û dibêjin ku kurd tune ye. Kurdan wek dijmin li hember xwe dibînin. Emê têkoşîna xwe bidomînin û biçin meclîsê."
(rc)