Dayikên Aştiye bangawazi piştgiriya HDP’ê kir

15:35

JINHA

STENBOL – Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê ya Stenbolê ji bo hilbijartinê 7'ê Hezîranê bangawaziya piştgiriya HDP’ê kir.

Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê ya Stenbolê ji bo hilbijartinê 7'ê Hezîranê bangawaziya piştgiriya HDP’ê li avahiya xwe ya li Unkapaniya Fatîhê kir. Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Perîhan Akbulut di serî de axivî û diyar kir ku, ew naxwazin êdî cenazên zarokên wan di ser wan de werin û wiha direjî da axaftina xwe: “Ji bo êdî cenazeyên zarokên me ser me de neyên û ji bo azadî û aşîtiyê em dibêjin bila dayîk hemû denge xwe bidin HDP’ê.” Perîhan da zanîn ku ew aşîtiyeke bi rûmet li Tirkiyeyê dixwazin û ji ber vê ew piştgiriyê didin HDP’ê. Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Dondu Ergîn jî bang li gelen elewî kir û wiha got: “CHP’ê heta niha ji bo me elewiyan tu tişt nekiriye û nebûye dermanê derdê me. Aşîtî û edelet di HDP’ê de ye. Ji bo pisgirekên me çareser bibin, bila piştgiriye bidin HDP’ê.”

Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Emîne Erbek jî bang li hemû dayîkan kir û wiha axivî: “Ji bo olê bila denge xwe nedin AKP’ê. AKP’ê bi oldarî nezîk dibe lê newisayê. Bila gel hemû destê xwe bidin hev û ji bo vî kesê olê bikar tînê ji holê rakin bila piştgirî bidin HDP’ê.” Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Ezînê Dal jî diyar kir ku divê hemû kes ji bo bindestî ji holê rabê piştgiriyê bidin HDP’ê. Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiye Guler Buğday jî da zanîn ku gelek bawerî û gelên cuda di nav HDP’ê de heye û wiha domand: “Ji bo HDP’ê bi van renge xwe, xwe derbixe holê û ji bo pêşiya qirkirinan bigre bila piştgiriye bidin HDP’ê.” Endama Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Rabîa Aslan jî diyarkir ku ew aştiye dixwzin û wiha got: “Aştî ji şer xweştire ji ber wê jî em dibêjin em dest bidin hev û di HDP’ê de werin cem hev.”

Endamên Meclîsa Dayîkên Aşîtiyê Naciye Şahîn, Sakîne Guven û Behiye Duman jî banga piştgiriya HDP’ê kirin.

(rc)