DEM-GENÇ ji bo bendavan hilweşîne li qadan e
12:48
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), ku bi boneya hemû ciwanan di bin baneyekî de kom bike xebatê dimeşîne, bi silogna "Em dê bendavan hilweşinin" bi awayekî çalak xebatên hilbijartinê dimeşînin. Endama DEM-GENÇ'ê Xezal Arslan, anî ziman ku ew paradigmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinê esas digirin û bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinê dibin.
Federasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), rojên bori biryar girt ku hemû ciwanan di bin baneyekî de kom bikin, bi awayekî çalak xebatên hilbijartinê dimeşîne. Di xebata ciwanan a bi silogana "DEM-GENÇ tê! bendavan hildiweşîne" dest pê kir de herî zêde jinên ciwan cih digirin. Jinên ciwan di çarçoveya xebatan de gund bi gund tax bi tax digerin û li dijî lîstik û hîleyên hilbijartinê tedbîran digirin. Endama DEM-GENÇ'ê ku çalak di nava xebatên hilbijartinê de cih digire Xezal Arslan, anî ziman ku xwe bi rêxistin dikin û yekpareya xwe xurd dikin û di her qadê jiyane de modelek nû ya rêxistinbûnê ava dikin.
Xezal, anî ziman ku ew dê ciwanên ku hatine perçekirin di bin baneyekî de kom bikin û wiha got: "Em bûn Federasyon û me xwest hemû ciwanên xwe di bin baneyekî de kom bikin û bi ruhekî tev bigerin. Em dê hemû ciwanan ji bin zext û zordariya pergalê rizgar bikin. Em dê ciwanên ku hatine belavkirin dîsa komî ser hev bikin. Ji bo ciwanên xwe yên welatparêz di bin baneyekî de kom bikin, em dê modela nû ya rêxistinbûnê pêş bixin. Em dê li her gund, navçe û bajaran komeleyên xwe ava bikin."
'Em dê têkoşîna xwe bi azadiyê bixemilînin'
Xezal, destnîşan kir ku ew sazîbûna xwe li ser 9 xalên Xweseriya Demokratîk a felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ava dikin û di nava xebatên wan de çalakiyên civakî, hunerî, siyasî ciwan, jin û gelek mijarên din hene û wiha got: "Em wekî tevgera ciwanan DEM-GENÇ bi ruhê ciwanên pêngava 68'an, Zilanan, Beritanan, Sakineyan û Kemal Piran têkoşina xwe bilind dikin. Em dê dêkoşîna xwe bi azadiyê bixemilînin. Em dê vê xebata azadiyê diyarî Rêber Apo bikin"
'Em nayên provokasyonan'
Xezal, bal kişand ser xebatên hilbijartina 7'ê Hezîranê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di çarçoveya xebatên hilbijartinê de meşan pêk tînin. Beşdarî mîtîng û stantan dibin. Beşdarî panelan dibin. Em dê heta dawi xebata xwe berdewam bikin û em nayên lîstik û provokasyonan. Em hewl didin xwe biginin her kesî. Li dijî ciwan û xebatên ciwanan êrîşek zêde heye. Lê em nayên listikan û em dê xebatên xwe bi awayeki demokrakîk berdewam bikin. Em dê di stand, belavok û ziyaretên malan de xwe bigînin hemû jinan û hemû jinên ciwan di bin baneyekî de kom bikin. Em dê xwe bigînin hemû jinan û malan. Em dê xwe bigînin hemû jinên ciwan ên dengê xwe didin HDP'ê û nadin HDP'ê tevan ziyaret bikin."
(mae/rc)