Ji Anjela ya Hemşînî 'Em govend û horonê bikin yek'
11:39
Ceren Karlîdag/JINHA
ÎZMÎR - Ji ber HDP bi silogana "Em biçin meclisê" û feraseta pir nasnameyî ku armanc dike "Jiyana Nû û Mirovahiya Mezin" ava bike amadekariya hilbijartinê dike, piştgiriya HDP'ê her ku diçe mezin dibe. Namzeta Hemşînî ya HDP'ê Anjela Karaibrahîmoglu, diyar kir ku zimanê Hemşînî bi tunekirin û bişaftinê re rû bi rûye maye û wiha got: "Em dê govend û horonan bikin yek û têbikoşin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiyê tevlî HDP'ê bibin."
HDP'ê di çarçoveya projeya "Jiyana Nû" de bi silogana "Em biçin meclisê" bang li hemû ziman, nasname, bawerî û çandan dike ku her kes bi reng û dengê xwe di bin baneya HDP'ê de bibe yek û biçin meclîsê. HDP, bi silogana "Em biçin meclîsê" ji nasname û baweriyên suryanî, tirk, çerkez, elewî, kurd û hemû kesên din namzet nişan da û xebata hilbijartinê dike. HDP'ê bi vê ferasetê ji bo azadiya gelan û nasnameyan xebata hilbijartinê dimeşîne. HDP'ê ji Hemşînan jî namzet nîşan da. Namzeta Hemşînî ya HDP'ê Anjela Karaibrahimoglu, bi temenê xwe yê ciwan têkoşînê dide û dixwaze hem nasname biparêze û hem jî bişaftina li ser zimanê hemşînî pûç bike. Anjela, bi silogana "Ji bo wekheviya hemû gelan dengê xwe bidin HDP'ê û xebata hilbijartinê dimeşinin."
'Pirsgirêkên me û kurdan wek hev in'
Anjela di sala 1997'an de ji Rusyayê koçî Hopayê kir. Anjela dibistana seretayî wekî zarokên kurdan di nava gelek zehmetiyan de xwend. Anjela heta çû dibistana seretayî jî bi zimanê tirkî nizanîbû piştî pola 6'emin zimanê tirkî fêr bû. Anjela
dema çû zanîngehê dayikên kurd nas kir û wiha got: "Dema min dayîk nas kirin wan ji tirkî ne dizanîbû. Min dît ku pirsgirêkên hemşîn û kurd dijîn wek hev in. Ez bawer dikim ku dayîk me baş fam dikin. Piştî min dît ku zimanê me yê zikmakî bi tunebûnê re rû bi rûye, min rastiya bişaftinê baştir fam kir. Hemşînên ku li Rusyayê dijîn xwe wekî tirk dibînin. Dema vedigerin Tirkiyeyê jî wateyê nadin Hemşîniyê. Ji ber vê yekê li Derya Reş, laz û heşmînên kal û pîr xizimtiya ermeniyên red dikin."
Anjela, destnîşan kir ku li Derya Reş jinên Hemşini jî di bin çanda mêr a serdest de dijîn. Anjela da zanîn ku jinên Hemşînî, her dem çayê kom dikin karê malê dikin. Lê di rastiyê de dema jinên Derya Reş tê gotin tiştên hîn xweş divê bê bîra mirovan.
'Têkoşîna kurdan bandor li ser hemşîniyan jî kir'
Anjela, destnişan kir ku HDP'ê jinên Hemşînî bi rastî û nasnameya wê ya resen qebûl dike û HDP'ê rast nêzî çareseriya pirsgirêkan dibe û wiha got: "HDP hewl dide her kesî fam bike û bibe dengê wan. Dixwaze ji hemû kesan re qada xwe îfadekirinê veke. Ji ber vê yekê ez xwe bi HDP'ê re aram û ewle dibînim. Têkoşîna azadiya kurd bandor li ser Hemşiniyan kir. Ez jî dixwazin êdî bi zimanê Hemşinî dersê bidim. Ez dixwazim fêrî Horonê bibim. Ez dixwazim erdnîgariya xwe nas bikim. Ji bo parastina çanda Hemşinî li Stenbolê Hadik hat avakirin. Têkoşîna kurdan bandor li ser Hemşîniyan jî kir. Ji ber vê yekê em dixwazin govend û horonê bikin yek. Bi salan kurd wekî terorist bi nav kirin. Em dixwazin êdî vê feraseta şaş û hişmendiya cudakirinê rast bikin. Em dixwazin rê li pişavtina komkujiya jinê ya Derya Reş bigirin. Em dixwazin itîfaq û wekheviya elewî, laz, hemşînî, kurd û hemu gelan bikin yek. Em dibêjin xwezî me ji wekî kurdan zimanê xwe biparasta. Ez dixwazim herî dawî bi Hemşînî bêjim Abruş azadutim ahbargi û Bijî biratiya gelan."
(mae/rc)