Namzeta HDP'ê Sevgî Evren: Em li Tekîrdagê tekoşîna du serî dimeşînin

11:08

Dîlan Karamanoglu-Oyku Dilara Keskîn /JINHA

TEKÎRDAG - Namzeta HDP'ê ya Tekîrdag Sevgî Evren, diyar kir ku li Tekîrdagê hem pirsgirêka derdorê heye û hem jî jin di nava şert û mercên giran ên febrîqeyan de dixebitin û wiha got: "Hem têkoşîna mafên karkeran û hem jî têkoşîna parastina xwezayê ku bi destê kapitalizmê pêk hatiye em dimeşînin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Tekîrdagê jî bi tempoyek mezin xebatên hilbijartinê dimeşîne. Namzeta HDP'ê ya Tekirdogê ku di rêza duyemîn de ye, Sevgî Evren, wekî parêzerek ji Tokatê bi salan e li doza karkeran dinêre û ji bo parastina mafên karkeran têdikoşe. Ji salên 2007-2008'an heta niha mafê karkeran diparêze. Di sala 2013'an de di nava Sendîkaya Karên Malê yên Îmeceyê de bi çalak cih girt. Sevgî, anî ziman ku dema HDP'ê namzetên xwe yên Tekîrdagê diyar kir, ji bo xebatên xwe bi partiyê re parve bike û dengê xwe li Tekîrdagê zêde bike ji bo namzetiyê serî li HDP'ê da û di rêza duyemîn de bû namzeta HDP'ê.

'Em dê serdema masîvaniyê paşve bînin'

Sevgî, destnîşan kir ku li Tekîrdagê pirsgirêkên ekolojiyê heye û bal kişand ser hewzaya Ergeneyê. Sevgî, bilêv kir ku hewzeya Ergeneyê di aliyê avê de pir dewlemend e piştî salên 1980'an ji ber sanayîbûnê ekolojiya wê xera bû û wiha got: "Bermahiyên febrîqeyan hewzeya Ergeneyê tune kir. Berî salên 1980'ê li vê herêmê masîvanî hebû. Lê niha masîvanî têk çûye. Em dê dîsa masîvaniyê paşve bînin. Niha hemû av jahrînî bûye û hemû zindîyên di nava avê de bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Em wekî HDP'ê berî her tiştî em dê li ser qirêjbûna zeviyan û ekolojiyê bixebitin. Em dixwazin berî her tiştî pirsgirêkên ekolojî û çandiniyê çarser bikin û demê berê paşve bînin. Gelê Ergene yên bi çandiniyê debara xwe dikin ji ber zevî tev qirêj bûne neçarin ku êdî di febrîqeyan de bixebitin."

'Em gelê Trakyayê ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêxistin dikin'


Sevgî, bal kişand ser pirsgirêkên jinan û da zanîn ku heta niha ji bo mafê jinan ên kar tu gav nehatiye avêtin û wiha berdewam kir: "Hem têkildarî Kreşê û hem têkildarî ducaniyê û hem jî têkildarî parastina mafên ked û tenduristiyê tu gav nehatiye avêtin. Ji ber ve yekê em li vir hem têkoşîna parastina xweza û ekolojiyê dikin û hem jî têkoşîna mafê jinê û keda jinê dikin. Dema em li vir xebatên HDP'ê yên hilbijartinê dimeşînin, em hemû aliyê jiyanê digirin dest. Ji ber em ji bo parastina mafê gelê Tekîrdag û Trakyayê berpirsiyarin. Em dixwazin gelê vir têkildarî pirsgirêkên wan bi rêxistin bikin û benda hilbijartinê derbas bikin."


Sevgî, daxuyand ku di xebatên hilbijartinê de bêtir li ser pirsgirêkên jinê radiwestin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir jin di qada siyasî de nikarin zêde xwe bînin ziman. Jinên karker zêde dixebitin. Jin di nava şert û mercên giran de dixebitin. Hem li febrîqeyan dixebitin û hem ji diçin malê kar dikin. Rojê 12-16 saetan di fabrîqeyê de dixebitin. Li malê jî xwarin çêdikin û li zarokan dinêrin. Dema em diçin malan ziyaret dikin, jin di nava karê malê de me pêşwazî dikin. An xwarin çê dikin an jî destê wan bi hevîr e û kar dikin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ev bê edaletiya kar ji holê rabe û jin û mêr wek hev kar bikin."

'Ji bo jiyanek mirovane deng bidin HDP'ê'

Sevgî, xwest ji bo pirsgirêkên jin ên karker bên çareserkirin û karibin bêtir tev li jiyan û siyasetê bibin dengê xwe bidin HDP'ê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "HDP'ê hemû pirsgirêk dane pêş xwe da ku çareser bike. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin ji divê HDP bendavê derbas bike. Ji bo em karibin bi mirovane bijîn û di nava şert û mercên baş de bijîn divê em têbikoşin. Divê em ji bo hemû febriqeyên ku 10 jin lê dixebitin kreşê ji wan bixwazin. Em dê rê li pêşiya avêtina jinê ya ji kar bigirin. Em dê tazmînata kidemê mîsoger bikin. Ji ber vê yekê em ji jinan dixwazin ku ji bo parastina mafên xwe dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo rê li pêşiya pergala kapîtalîst bê girtin û ekolojî bê parastin em dixwazin dengê xwe bidin HDP'ê. Ji bo rê li pêşiya kuştinê, tundiya mêr û binpêkirina hemû mafan bê girtin divê her kes dengê xwe bide HDP'ê."

(mae/rc)